DaxuyanîManşêtNûçe

Şahoz Hesen: Serdana me ji Başûrê Kurdistanê re erênî bû

Partiyên Kurd ên Rojava piştî bi dawîbûna serdanên partiyên Rojava ji Başûrê Kurdistanê re, civînek ji bo nîqaşkirin û nirxandina serdanan li dar xistin. Di dawiya civînê de partiyan civînek ji çapemeniyê re lidar xistin û daxuyanî dan. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Şahoz Hesen daxuyanî xwend.

Civîna çapemeniyê li navenda Tevgera Civaka Demokratîk a li bajarê Qamişlo bi tevlibûna dazgehên çapemeniyê, nûnerên hejmarek partiyên Kurd ku beşdarî civînê bûne lidar ket. Şahoz Hesen diyar kir ku serdana wan a ji Başûrê Kurdistanê erênî bû. Hesen destnîşan kir ku ew bi tevahiya partî û hêzên siyasî yên Kurd ên Başûr re civiyan. Di civînan de pêwîstiya yekîtiya refa Kurd di van mercên hesas de ku herêmê bi giştî tê re derbas dibe û gefên li ser Kurdistanê bi taybet ji hêla dagirkeriya Tirk ve tekez kirin.

Hesen got: “Me di civînan de kûr û hûr pêwîstiya lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê nîqaş kir. Pêwîstiya kongreye ji bo yekbûna nêrîna avakirina hêzek hevpar ku dikare li hember siyasetên dagirkirinê û êrîşên li dijî Rojava û başûrê Kurdistanê ji hêla dagirkeriya Tirk bisekinin, hat nîqaşkirin.”

Heseh destnîşan kir ku bertekên aliyên ku serdana wan kirine erênî bûn û pesna însiyatîfa partiyên Rojava ji bo serdana Başûrê Kurdistanê kirin. Hesen diyar kir ku partiyên Başûr tekez kirin dê hewl bidin Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di zûtirîn dem de li dar bixin.

Her wiha Hesen balkişand ser gelek mijarên ku di serdanan de nîqaş kirine û wiha pê de çû: “Rewşên ku Rojava tê re derbas dibin, serkeftinên ku li dijî DAIŞ`ê hatine bidestxistin, astengî û zehmetiyên qonaxa piştî têkbirina DAIŞ`ê hinek ji van xalan bûn. Her wiha mijara herî girîng jî rizgarkirina Efrînê bû. Çawaniya hevakriyê û rêbazên rizgarkirina wê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hatin nîqaşkirin.”

Back to top button