Di der barê rêzcivînên girseyî yên ku Partiya Yekîtiya Demokrat li dar dixin li Helebê, endamên meclisa giştî ya patiyê rêzcivîn li dar xistin di du beşan, beşê Rojhilat û Rojavayî ji taxa Şêx Meqsûd bi beşdarbûna bi sedan ji şêniyan.
Endamê meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Emîn Elîko, Emîna Beyrem û Valentîna Ebdû civîn li dar xistin li komînên beşa Rojhilatê taxa Şêx Meqsûd: (Komîna şehîd Şikrî, Komîna şehîd Şiyar û komîna şehîd Rafî).
Di beşa Rojava endamên meclisa giştî Raperîn Heleb, Mustefa Hemû û Bedran Hemû civîn li dar xistin li (Komîna şehîd Xelîl û Ferhad, komîna şehîd Serbixwe û Şêxo û komîna şehîd Avaşîn).
Di civînan de li ser guherînên li ser qada siyasî bi giştî û li Sûriyê bi taybet axivîn her wiha li ser ketina zagona Qeyser di miriyetê de, û encamên wê li ser gelê Sûriyê.
Civînên ku partiya me li helbê li dar dixin hîn berdewam in.