ManşêtNûçe

Li Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirkiyê mîtîngek hat li dar xistin

Şêniyên bajarê Kobanê mîtîngek li dar xistin bi armanca şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê li ser mexmûr û Şengalê, di bin drûşmeya” Emê dagirkeriyê û faşizmê têk bibin, berxwedana gelan bilind bikin” li qada şehîd Ekîd li kantona Kobanê.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre Rewşen Hacim bi navê tevgera jin axivî û Mustefa Îto bi navê kantona Kobanê,  axaftivanan dagirkeriya Tirkiyê li ser Mexmûr û Şengal û topebarana li ser sivîlan û zarokan şermezarkirin, her wiha destnîşan kirin ku armanc dewleta Tirkiyê ew e qirkirina kurdan e, û îşaret pê hat kirin ku ew ê gelên Kobanê wê piştgiriya gelê xwe yên li Mexmûr û Şengal bikin, di dawî de axaftivanan bang li tevahiya cîhanê kir ku li hember dagirkeriya Tirkiryê bisekinin û êrîşên wê li ser Kurdan rawestînin.

Mîtîng bi drûşmeyên ku dagirkeriya Tirkiyê red dikin bi dawî bû her wiha daxwazkirina aştî û azadiya gel.

Back to top button