ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser nameyek ji NY, Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî û Pedersen re şand 

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî hevdîtina Itîlafa Sûrî bi kujerê Hevrîn Xelef, Ebû Hatim Şeqra, nameyek ji Komseriya NY`yê ya Mafên Mirovan Michelle Bachelet, Nûnerê Navneteweyî yê Sûriyê Geir Pedersen û Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya Têkildarî Karûbarên Sûriyê şand.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Swîsre hate erkdarkirin da ku nameyê radestî her sê aliyên navborî bike.

Di nameyê de hate destnîşankirin ku Itîlafa Sûrî ji bo kesên sûcên şer pêk tînin, sîwaneke siyasî ye. Her wiha di nameya daîreyê de bang li aliyan ku name ji wan re çûye hate kirin ku Ehmed Hesan Feyad El-Hayîs(Hatim Ebû Şeqra) ê ku siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef qetil kir, radestî dadgeheke taybet bikin.

Name wiha ye:

“Di destpêkê de em ked û xebata we ya parastina mafên mirovan a li Sûriyê bi rêzdarî silav dikin.

Bi vê nameyê em hewl didin kiryarên Itîlafa Niştimanî ya Sûrî yên piştgiriya Ehmed Hesan Feyad El-Hayîs ê ku bi navê Hatim Ebû Şeqra tê naskirin û Endamê Fermandariya Ehrar El-Şerqiyê ye yan jî Lîwa 123 ên girêdayî qaşo Artêşa Niştimanî ya Sûriyê, eşkere bikin, ji ber bi qetilkirina siyasetmedara Kurd a Sekretêra Giştî  ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef ve tewanbar e. Di heman demê de serçeteyekî koma cîhadî ya terorîst e û bi armanca qirkirina etnîkî ya Kurd û kêmolên li Bakurê Sûriyê, sûcên şer û sûcên dermirovî pêk aniye, ji ber vê em hêvîdar in ku aliyên peywendîdar dikin ku Itîlafa Sûrî şermezar bikin û vî kujerî radestî dadgehê bike.

Gelek rêxistinên mafên mirovan ên navnetewyî raporên têkildarî sûcên komên bi navên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê li ser sivîlên Sûriyê pêk anîne, nexasim li dijî Kurd û kêmolên li Bakurê Sûriyê, eşkere kirin. Êdî ji her kesî re diyar bû ku qaşo Artêşa Niştimanî ya Sûriyê çavdêriyê dike û desthilata Tirkiye jî destekê dide wan. Tevî ku komên di bin navên artêşa Niştimanî ya Sûriyê kom bûne, lê di rastiyê de komeke ji komên çekdar e û hin endamên wê jî girêdayî rêxistinên cîhadî yên terorîst in, anku terorîstên wekî DAIŞ, Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam in. Di 24 û 25 û 26 Cotmeha 2020`an de di protostoyên dawîn de yên li bajarên Efrînê û Serêkaniyê û Girê Spî yên Sûriyê ku hêzên dewleta Tirk dagir kiriye, nasnameyên xwe yên cîhadî eşkere kirin. Protostoyên van kesên li dar xistin li dijî serok Magron û Fransayê bû û di meşê de cîhadiyên çekdar û neçekdar alên DAIŞ`ê û El-Nusrayê rakirin û sloganên destekdayîna ji DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusrayê re berz kirin.

Ev name îşaretê bi rapora Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Serbixwe û Karûbarên Sûriyê dike, her wiha îşaretê bi daxuyaniya Komseriya Mafên Mirovan ên ku di Îlona 2019`an hatin eşkerekirin û bal kişandindin ser sûcên komên bi navên artêşa Niştimanî ya Sûriyê ku dewleta Tirk destekê dide wan û sûcan li dijî sivîlên li Bakurê Sûriyê pêk tîne, nexasim  ku Kurd û kêmolên dike armanc. Rapora Komîteya Lêpirsînê ya Serbixwe û Têkildarî Karûbarên Sûriyê ye di bergrafa 46`an de ev yek diyar kir:

“Di dema eşkerekirinê de, komîteyê kiryarên talankirin û desteserkirina mal û milkan û sûcên dubarekî yên sîstematîk isbat dike, her wiha Artêşa Niştimanî ya Sûriyê li herêmên Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî piştî mal û milkên sivîlan talan kirin, azadiya welatiyan çewisandin, enamên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê û malbatên xwe piştî sivîl reviyan an jî bi darê zorê ew derxistin, gef li wan xwarin, qetilkirin, îşkence kirin, malên sivîlan desteser kirin, ku piraniya van malan Kurd bûn. Di vê der barê de komîteyê di dema raporê de destnîşan kir, ku dadgeha leşkerî ya girêdayî  Hikumeta Sûriyê ya Demkî ya girêdayî Itîlafa Niştimanî ya Hêzên Siwar û Opozîsyona Sûriyê endamekî Lîwaa 123 (Lîwaa Ehrar El-Şerqiyê) tewanbar kir û got ku wî di Cotmeha 2019`an de Hevrîn Xelef û kesên din qetil  kiriye, her wiha Hikumeta Sûriyê ya Demkî destnîşan kir ku wê di Gulanê de biryara qedexeya bikaranîna zarokan dabû.”

Em bi isbat piştrast dikin ku îdîayên Itîlafa Niştimanî ya Sûrî yên borî, derew in da ku beşdarbûna xwe di nava sûcên bi zanebûn wekî sûcê qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef, binxume. Mînak wê jî dîmenê ku kesê tewanbar ê bi navê Ehmed Hesan Fiyad El-Hayis(Hatim Ebû Şeqra) bi şandeyeke payebilind Itîlafa Niştimanî ya Sûrî re derket.

Bi rêya hevdîtina li Ezazê di 23`ê Mijdara 2020`an de bi fermandarên leşkerî yên qaşo”Artêşa Niştimanî ya Sûrî”ev yek piştrast dike ku Itîlaf sêwana rewa ya van terora ne û bi rêya Itîfalê kiryarên xwe vedşêr in. Xwedîderketina Itîlafê li van koman teqez dike ku Itîlaf hevkarê wan ê piratîkî ye û di heman demê de ew berpirsên yekser li ser hemû kiryarên terorî ye ku di herêmên di bin dagirkeriya Itîlafê û çeteyên wê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne destekkirin. Tevî ku Hatim Ebû Şeqra ji aliyê dadgeheke girêdayî Itîfalê ve hate şermezarkirin, ji ber ku berpirsê sûcê qetilkirina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef tevî du kesên bi wê re û ev sûc jî bi dîmen hate belgekirin. Di vê çarçoveyê de, em dixwazin bêjin ku Hatim Ebû Şeqra endamekî fermandarekî Ehrar El-Şerqiyê û Lîwa 123 a girêdayî qaşo “Artêşa Niştimanî” ye. Ev Lîwayê 123 jî piraniya endamên wê, beriya niha endamên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê yên di nava lîsteya rêxistinên terorîstê de ne.

Xwedîderketina Itîlafa Niştimanî ya Sûrî li vî kujerî û koma wî ya terorîstî û hewldanên wê yên ku van kujerên terorîst biparêzin, dihêle ku Itîlaf bikeve nava rêxistinên ku destekê dide terorê û sûcên şer, sûcên qirkirina etnîkî û sûcên li dijî mirovahiyê rewa dike.

Em ji aliyê muxatib hêvî dikin ku destwerdanê bikin û zextê li desthildariya Tirkiyê bikin ji ber ku ew serpereştê qaşo Artêşa Niştimanî ye, da ku Ehmed Hesan Fiyad El-Hayîs (Ebû Hatim Şeqra) radestî dadgehên taybet bikin. Bi vê yekê wê rastî sucên şer û sucên li dijî mirovahiyê yên ku li dijî Kurdan û kêmnetewên olî li Bakurê Sûriyê bi armanca qirkirina etnîkî kirine, were. Her wiha em ji aliyê muxatib daxwaz dikin ku di vê dosyê de lez bikin, ji ber ku Ebû Şeqra û endamên din ên komên terorîst ên di bin sîwana Artêşa Niştimanî ya Sûrî de dixebitin, sûcên xwe li dijî Kurdan û kêmnetewan li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî yên ku hêzên Tirkiyê dagir kiriye, dewam dikin.”

ANHA

Back to top button