ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser: Li dijî dewleta Tirk em ê mafê parastina rewa bi kar bînin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî gefên Tirkiyê yên domdar i dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

QSD‘ê li şûna cîhanê DAIŞ şikand

“Pêkhateyên gelê me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rolek girîng di parastina ewlehiyê herêmên me de lîstin û hewldanên parçekirina Sûriyê yan jî parçekirina yekitiya civakê qebûl nekirin, metirsiyên me li ser ewlehiya dewletên cîran tine, berovajî wê  yekê em her tim hewl didin diyalog pêşkêş bikin û me tê de çareseriya herî guncew ji tevahiya dozan re dît.

Me rolek bingehîn lîst û fedekariyên mezin da, me bi koordîneya Koalîsyona Navdewletî re DAIŞ`ê şikand, zêdetirî nîvê rûbera Sûriyê ji terorê rizgar kir. Me li şûna cîhana azad û mirovahiyê li hember hovantirîn rêxistinên terorîst di aliyê leşkerî û erdnîgarî de bi ser ketin. Lê teror bi rêya bi sedan şaneyên xwe yên veşartî, bawerî û îdeolojiya DAIŞ`ê ya ku li herêmê bi salan di bin kontorla DAIŞ`ê de mabû, hîna hene, lê kêleka wê jî bi hezaran endamên DAIŞ`ê û malbatên wan di kamp û girtîgehên Rêveberiya Xweser de hene. Têkoşîna me ya tunekirina şaneyên veşartî û misogerkirina ewlehiya herêmê berdewam in.

Gefên Tirkiyê yên domar xeter in û ewlehiya herêmê bi taybet herêmên ku ji DAIŞ`ê rizgar bûne yên ku pêkhateyên wê bi hezkirin dijîn tehdîd dikin. Serokkomarê Tirkiyê gefên xwe ji bo êrîşkirina herêmê dubare kirin ruxmî ku me tevahiya bendên mekanîzmeyê ewlehiyê ya ku bi DYA`yê re li hev kiriye pêk anîn da ku sînaryoya Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablus dubare nebe.

Her êrîşeke dê bibe sedema felaketekê

Her êrîşeke ji aliyê Tirkiyê ve dê ewlehiya herêmê xirab bike û xizmeta terorê bike, her wiha jê DAIŞ‘ê re bibe fersendeke da ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike di encamê de ferehiyekê ji Sûriyê dagir bike. Di heman demê de dê ji girtiyên DAIŞ û çeteyên wê re bibe derfeteke ku birevin bi vê yekê dê xeteriyê li ser herêmê û cîhanê çêbikin, dîsa jî dê aloziya Sûriyê kurtir bike û bibe sedema koçberkirina bi milyonên sivîlên Sûriyê ber bi dewlatên cîhanê ve, di encamên de dê felaketekê bi xwe re bîne.

Bang

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hemû pêkhateyên gelê xwe dikin ku bi bijêrka ku DAIŞ û teror tine biriye ve girêdayî bin. Careke din em teqez dikin ku em ji hêzên din bêtir banga demokrasî, yekitiya xaka Sûriyê û parastina ewlehî û aştiya herêmê dikin.

Em bang li civak navdewletî bi hemû saziyên wê û Neteweyên Yekbûyî dikin ku zextê li Tirkiyê bike da ku ti êrîşan pêk neyne. Erdogan hêza xwe ji dûrxistina îradeya gelê me ji komîteya destûrî ya hatiye avakirin digire. Di heman demê de em banga li Yekitiya Ewropa, hêzên aktîv li ser erdê ku Koalîsyona Navdewletî di nav de ye dikin ku li hemberî gef û xeteriyên Tirkiyê bibe xwedî helwest. Em bi diyalogan re panbend in û hewldanên me yên ji bo vê yekê çavkaniya xwe ji berpirsyartiya me ya ku herêmê ji şerê wêraker re dûr bixin, digire. Lê heger Tirkiyê gefên xwe pêk bîne em ê mafê parastina rewa pêk bînin, em ê bi hêz, îsrar û îrade xaka xwe, hemû pêkhateyên gelê xwe û destkeftiyên xwe pêk bînin.”

 

Back to top button