ManşêtNûçeyên Lezgîn

`Gefên Tirkiyê tunekirina DAIŞ`ê asteng dikin`

30 rêxistin, partî û komeleyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kirin ku Trikiyê armanc dike kedên tunekirina DAIŞ`ê asteng bike. Her wiha destnîşan kirin ku ew piştgiriya komîteya destûrê ya ku ji tevahiya pêkhateyên Sûriyê avadibe dikin.

30 rêxistin, partî û komeleyên kurdî, erebî û suryanî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro piştî civîna girêdayî gefên Tirkiyê yên dubarekirî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî dûrxistina nûnerên herêmê ji komîteya destûrê, ya ku li Navenda Lêkolînên Stratejîk li bajarê Qamişlo  li dar ketiye daxuyaniyek dan raya giştî.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gefên Tirkiyê ya ku axa Sûriyê dagir kiriye li dijî prosesa siyasî ya diyalogê ye. Tirkiyê bi gefên xwe çeteyên DAIŞ`ê divejîne û hêviyê dide çeteyên piştî ku ji hêla Hêzên Sûriye Demokratîk ve têk çûne.

Di berdewama daxuyaniyê de îşaretpê hate kirin ku armanca sereke ya gefên Tirkiyê ew e ku nehêlin Hêzên Sûriye Demokratîk şerê DAIŞ`ê bike û wê bi temamî tune bike.

Her wiha hate gotin ku her êrîşek ji hêla Tirkiyê ve dê operasyonên lêgerînê li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên hêzê rawestîne û dê hêzê sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêze.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber vetoya Tirkiyê û bêdengiya navdewletî, nûnerên derdora 5 milyon kes ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûra Sûriyê hatin dûrxsitin.

30 rêxistin, partî û komeleyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyê de diyar kirin ku ew piştgiriya komîteya destûrî ya ku nûnertiya tevahiya pêkhatiyên Sûriyê dike, dikin. Ji bilî wê ew bi tu komîteyekê ve ne girêdayî ne.

 

(şx)

Back to top button