ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser êrîş û komkujiyên ku Tirkiyê pêk tîne çanda wê ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê êrîşên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û pêkanîna komkujiyan derheqê sivîlan de, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

“Metoda dewleta Tirkiyê û israrkirina komkujiyan çanda wê ye û nikare xwe jê rizgar bike. Ji dema desthilatiya Osmanî de komkujî û qirkirin bê navber li dijî gelên herêmê pêk tên heta roja îro. Êrîşa Tirkiyê ya di 27’ê vê Hizêranê de li herêma Kortikê berdewama dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê li gor plangeriya xwe ya mêtîngeriya nû ye. Ew êrîş jî temamkirina êrîş û komkujîyên ku di dîrokê de pêk anîne ye.

Tişta ku di vê dawiyê de li Efrînê û tevahî herêmên Sûriyê pêk aniye, rastiya dijminatiya Tirkiyê ya bêsînor li dijî hewldanên gelê herêmê û pêkhateyên wê der barê girtina biryar û vîna demokratîk de eşkere dike. Ev rêgez û metod jî xeter û projeya tesfiyekirina mezin a li dijî gelên herêmê ye.

Di dema ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê van êrîşên ne rewa yên li ser Başurê Kurdistanê şermezar dikin, em şehîdên sivîl ên ku bûne qurbaniyên topbaranên Tirkiyê yên li herêmên Başurê Kurdistanê û tevahî şehîdên ku bi destê dewleta Tirk şehîd bûne, bi minetdarî bi bîr tînin. Her wiha em bang li tevahî saziyên mafî, neteweyî, hikumeta Iraqê ya navendî û hikumeta Başurê Kurdistanê dikin ku bi erk û berpirsiyariyên xwe rabin û binpêkirinên Tirkiyê û alava çewisandina wan sînodar bikin. Her wiha jî divê li hember mafên cîrantiyê û danûstandinên xwe bi mentiqekî dîtir bimeşe.

Li rexê jî bang li gelên herêmê dikin ku hevgirtî bin û hê zêdetir li beramber hewldan û berjewendiyên dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.

Sedema êrîşên îro ew e bêdengiya ku der barê berfirehkirina Tirkiyê li Sûriyê, bi taybet Efrîn û Başurê Kurdistanê de ye. Ne pêkan e ku ev êrîş bên sekinandin heta ku dagirkeriya Tirkiyê li van herêman heye. Lê belê wê her tim hewl bide herêman dagir bike. Ev jî tevahî cîhanê li hember pirsgirêkên mezin rû bi rû dihêle dewama vê projeyê tê wateya tunebûna qanûn û wijdana cîhanê, ji ber ev kiryar ne tenê herêma me, lê belê tevahî nirxên civakî li cîhanê hedef digire.

Back to top button