ManşêtNûçe

QSD`ê ji bo qedexekirina leşkerkirina zarokên plansaziyek bi NY`ê re moh kir

Ji bo pêkanîna peymanên qanûnên navdewletî yên girêdayî maf û parastina zarokên ku bi şerên li Sûriyê bandor bûne û li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê bi hejmar 1612 ya sala 2005, peymana mafên zarok 1989`an û pirotokola wê ya sala 2000`an, peymana Cinev a 1949`an û protokolên din, perspektîvên Parîsê girêdayî zarokên hêzên çekdar ya 2007`an danûstandinên yekser di navbera berpirsên NY`î û nûnerên QSD`ê de bi rêya nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY`î yê karûbarên pêk hatin. Danûstandin bi mehan dewam kir.

Di 29`ê Hezîranê QSD`ê piştî erêkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê plansaziyek karê hevpar bi NY`î re de li navenda NY`î ya li Cinevê mohr kir.

Nûnera taybet û wekîla sekreterê giştî yê NY`î Virginia Gamba û fermendarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî, endama Fermendariya Giştî ya QSD û YPJ`ê Newroz Ehmed û hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş piştî danûstandinên demdirêj girêdayî awayên parastina zarokan û alîkariya wan di herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de,  peyman mohr kirin.

Fermendariya Giştî ya QSD`ê Mezlûm Ebdî û Newroz Ehmed tevî hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser bi kêfxweşî desteka NY`î ya ji bo danîna plansaziya karê hevpar pêşwazî kirin. Her wiha sedemên pirsgirêkên zarokan li herêmên Rêberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berfirehî şîrove kirin, pêwîstiyên zarokan û xizmetên ku sazaiyên Rêveberiya Xweser di nava 7 salan de pêşkêşî zarokan kirine bi bîr xistin. Hate gotin ku Rêveberiya Xweser li gorî derfetên heyî desteka tenduristî û perwerde pêşkêşî zarokan kirin.

Mezlûm Ebdî û Newroz Ehmed ji nûnera taybet û wekîla sekreterê giştî ya NY`î re diyar kirin ku ew bi giştî piştgiriya plansaziya kar dikin da ku xwestin ku Neteweyên Yekbûyî bi rêya Konseya Ewlehiyê destekê bide Rêveberiya Xweser û alîkariya bi sed hezarên zarokên  li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, çareseriyekê siyasî ji aloziya Sûriyê re bibînin û roleke aktîv di bidawîkirina şerê domdar peyda bikin û beşdarî pêvajoya aştiyê bibin.

Back to top button