Bi nêzîkbûna 4’ê Nîsanê Ciwanên partiya yeketiya demokratîk û jinên ciwan ê PYD e li Reqa pirtûkxaneyek gerok amedekirin kirin da ku di nava du rojan de pirtûkên Rêbertî li Reqayê belav bikin.
Bi dehan ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqa û gundewarê wê hazir bûn têde.
Pirtûkxana ku li çarxereya El-Naîm û El-Dala de li Gulistana JINÊ u REŞÎD yên bajarê Reqayê ciwan kom bûn û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan naskirin û li gel belav bûn.
Beriya vekirina pirtûkxaneyê li ser navê ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk endama komîteya amadekar a ciwanan Sena Mihemed Elî axaftinek kir û bi xêr hatina hemî ciwanan kir û wiha domand îro jî em ciwan û gerîlayên Rêbertî li qadan ji bo dengê xwe bigihînin faşîzma Tirk, em bi fikir û felsefeya Rêberê xwe didomînin.”
Her wiha got; ku ev rêz çalakî me li ser du rojan dewam kir û pirtûk li gel hatin belavkirin da ku pirojeya Rêbertî bêhtir were nas kirin.