ManşêtNûçe

Ciwanên Efrînê li dijî dagirkeriyê soza mezinkirina berxwedanê dan

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Xwedekarên Demokratîk a kantona Efrînê li pêşiya navenda Çand û Hunerê ya li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê kom bûn bi daxuyaniyekêk êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ser Başûrê Kurdistanê dan.

Daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Sîdra Memo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dagirkeriya Tirk di dagirkirina xaka Sûriyê, bi taybet li Efrînê texmîn dike ku dê karibe projeya demokratîk têk bibe, lê gelên herêmê bi îradeyeke xurt li hemberî siyasetên dagirkeriyê disekinin û hate gotin: “Çawa gel bi jin û ciwanên xwe bi rihê netewa demokratîk li Efrînê li ber xwe dan, îro li Başûrê Kurdistanê û çiyayên wê jî berxwedaniyek mezin tê meşandin.”

Her wiha hate diyarkirin ku AKP‘ê dixwaze binpêkirinên xwe veşêre, ji ber vê yekê bi êrîşî Başûrê Kurdistanê dike.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de êrîşên dagirkerya Tirk şermzar kiin û bang li hikûmeta Iraqê û ya herêma Kurdistanê dikin ku li hemberî êrîşên Tirkiyê bêdeng nemînin.

Daxuyanî bi dirûşmeya bi dawî bû.

 

Back to top button