DaxuyanîManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

QSD: Di nava 24 saetan de 97 terorîst hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê têkildarî encamê 24 saetên dawî yê “Şerê Tinekirina Terorê” daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand. Navendê diyar kir ku 97 çeteyên DAIŞ‘ê hatin kuştin.

Daxuyanî wiha ye:

“Rêxistina terorîst êrîşeke berfireh bi hemû çekên giran, sivik û giran li dijî noqteyên hêzên me li Hecîn û derdora wê pêk anîn, li ser vê yekê şerên giran rû da. Di encamê de şervanên me hejmarek ji wan kuştin û hin din jî birîndar kirin, her wiha cenazeyê hin ji wan ketin destê şervanên mê, yên mayî jî reviyan. Piştî êrîş hat şkandin terorîstan noqteyên şervanên me bi fûz û hawnan topbaran kirin, lê topbaran zirar negihand hêzên me.

Şervanên me li herêmên ku ji rêxistina terorîst rizgar kirine xebatên paqijkirinê kirin. Di vê çarçoveyê de miqdareke çek û cebilxane dîtin, her wiha cenazeyê hin terorîstên ku di şer de hatibûn kuştin dîtin.

Şervanên me li aliyekî din ê heman eniyê piştî şerên giran li hemberî terorîstên DAIŞ‘ê ku bi saetên dirêj dewam kir bi pêş de çûn. Di heman demê de balafirên Koalîsyona Navdewletî bargehên terorîstan kirin hedef û ziyanên mezin gihandin wan.

Şerê li eniyê dem dem didome, di heman demê de hawan û obus têne avêtin.

Encamên dawî yên şer:

-97 terorîst hatin kuştin.

–  1 çeka RPG, 1 dika doşka (14.5) mm2, 1 klaşinkof, miqdarek mezin guleyên BKC, 3 telefonên bêtêl (heytera), sendoqek guleyên doçka (12.5) mm2,  sendoqek doçka (14.5) mm2, 8 topên hawan (120) mm2  û 200 guleyên hwanê (82) mm2 ketin destê şervanan.

-30 bargehên terorîstan, 5 deverên hawan, navendeke sotemeniyê, 3 tankên petrolê, 5 kargehên çêkirina teqemeniyan hatin teqandin û 3 rêyên leşkerî ku terorîstan bi kar di anîn hatin qutkirin.

-Balafirên koalîsyonê li 49 deveran dan.”

Back to top button