CivakNûçeNûçeyên Lezgîn

PYD serdana malbata Şehîd Xalid Kûtê kir

Doh şandeyek ji PYD serdana malbata Şehîd Xalid Kûtê kir, yê ku di 1 ê Gulana 2018 an de bi teqînekê jiyana xwe ji dest da û gihaşt asta şehadetê.

Di şandeyê de Hevseroka Yekîtiya Demokrat Eyşe Hiso û Şahoz Hesen û Endamên Meclisa Partî hazir bûn
Malbata Şehîd Xalid Kûtê bi ser bilindayî pêşoaziya mêvanên xwe kirin, û kêfxweşiya xwe ji hatina hevalên Şehîd Xalid re anîn ser ziman
Piştre rêhevalê Şehîd û malbata wî serdana gora wî kirin û cejin li hemî şehîdan pîroz kir, li wê derê deqek rêzgirtin li ser giyanên Şehîdan rawestan piştre Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Şahoz Hesen axivî û soza berdewamiya riya tekoşînê kir û got Şehîd Xalid tu carî nayê jibîr kirin û em li vêderê soza xwe nû dikin ku em herdem şobdarê riya Xalid bin.

Back to top button