CiwanHemerengHevpeyvînNûçeyên Lezgîn

Ez bi hunera xwe şer dikim

Weke malpara PYD me hevdîtin bi Celal Letîf re yê ku birastî kedeke mezin di vê şoreşê de daye.
Ciwanê bi navê Celal letîf ciwanekî ku ked û xebatek mezin daye meşandin di her çalakiyekê di her cihî de cih digre ku ji bo kêfxweşiya têke dilê civaka xwe bi şev û roj li ser piyaye.
Celal Letîf got: ez ji bajarê Qamişlo me, ez xebatê hunerê dikim ev 8 salin ku ez li derbekê dixim ji bo ez kêfxweşiyê bikim dilê civaka xwede bi şev û roj ez li ser piyame, ji destpêka şoreşê de dema ku em derdiketin meşan li Enteriyê hingî wêçaxê destpêka şoreşê bû 50 kes tenê derdiketin min ji wê demê de li derbekê dixist her dem li her cihî ez hazir dibûm min kêfxweşî dikir dilê gelê xwede û her wiha gelê me dema ku min dibînin ew jî kêfxweş dibin û moralê wan têne hildan, ez di her meşekê de li her çalakiyê de ez hazir dibim ez diçime hemî bajarên ku çalakî lê hebin ji bo ku ez li derbekê bixim û gelê min bi moral bibin, dema ku ez di nava gelê xwede li derbekê dixim ez kêfxweş dibin moralê min bilind dibin, di demê berê de min li Dehwetê li derbekê dixist lê min ji zûve dev jê qeriya û ez tevlî nav karê hunerê bûn di nava partî de û ez di nava gelê xwede lê derbekê dixim hetanî roja îro dema ku ez derdikevim meşan dayikê menî şehîdan min dibînin kêfxweş dibin ez hasten wan xurt dikim.
Her wiha Letîf anî ser ku derbeka min hevala mine ez diçime kuderê bi minreye ez pir jê hezdikim, û birastî jî em çiqas kar û xebatê bikin em nikarin bighêjin keda Şehîdên xwe, û armanca min ewe ku ez kêfxweşiyê bikim dilê gelê xwede û em bi ser bikevin, ji bo ku Erdoxan bizanibe tu carî nikarê me bişkîne emê herdem liber xwe bidin û ezê bi hunera xwe şerê Erdoxan bikim, ez beriya niha dema ku gelê me diçûne ser sînor ez li wêderê bûm ez nêzî Du mehan li wêderê mam û min li derbekê dixist Du carî mermî avêtin min lê nikarîbûn bi min û li min nediket, min her li derbeka xwe dixist û min gelê xwe gerim dikir.
Di dawiyê de Celal Letîf got: Ez Soz didim ku ez li ser vê riyê venegerim û herdem di xizmeta gelê xwe û xaka xwe debim û ezê herdem kêfxweşiyê bikime dilê gelê xwede û li her cihî ezê hazir bibim.

Back to top button