ÇalakîManşêtPYD

PYD li Helebê semînerek li dar xist

Di bin drûşmeya “Dozên Civakî”, “rola jinê di siyaset û dîblomasiya civakî”, Meclisa Jin û buroya têkiliyan di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD de, duh roja Şemiyê, semînereke diyalogê li Helebê li dar xist, bi beşdariya hevseroka partiyê “Eyşe Hiso”, û nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kesayetên serbixwe.

Endamê meclisa giştî “Emîn Elîko” bi xêr hatina beşdaran kir, û banga deqeyek rêzgirtin kir ji bo giyanê şehîdên azadiyê kir.

Endama meclisa giştî “Valantîna Ebdo” û hevseroka buroya têkiliyên partiyê li herêma Efrînê “Roşîn Musa”, hatin dewet kirin ji bo dîwanê.

Mijarên “Rola jinê di siyasetê” û “Dîplomasiya Civaka Demokratîk” ji aliyê hevalên Dîwanê ve hatin xwendin, piştre deriyê nîqaşê û pirsan li pêşiya beşdaran hat vekirin, mudaxele ji hêla mamoste “Îsam Ezûz” nûnerê Partiya Neteweya Civakî a Sûrî, “Şêx Omer Şamî” ji Furoma Olan, mamoste “Remzî Şêx Musa” endamê lijneya navendî di Partiya Demokratîk a Kurdî Sûrî, nûnerê ji partiya Yekîtî, birêz “Arif Ebdo” nûnerê MSD, “Cîhan Mihemed” ji buroya jin a Meclisa Sûriya Demokratîk, “Meha Mesda” ji civaka sivîl, “Amna Xidro” ji Kongreya Star, ”Heyfa Hesen” ji Meclisa Jin a Sûriya, nivîskar “Cemîl Reşîd”, rexingir ”Mihemed Elî Mihemed”, mamoste “Azad Mihemed” nûnerê meclisa giştî ji taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd; hat kirin,”Eyşe Hiso” mudaxele bi şîrovekirina rola Partiya Yekîtiya Demokrat di zanîna civakê û siyasetê, rola jinê di pêşketina karê dîblomsaî û civakî bi dawî kir û tekez lir li ser nêrîn û modaxeleyên mêvanan.

Jin hertim nîvê civakê temsîl dikin, lê şaristaniya mirovî ji demên dirêj ve rastiya rola wê di jiyanê de nizanîbû û mafên wê ên adil nedayê de li gorî nîvê din yê civakê, êdî bandorê li beşdarbûna jinan di jiyana giştî de kir.

Benda yekemîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî “rêzgirtin û teşwîqkirina maf û azadiyên bingehîn ên mirovan ji bo her kesî, bêyî cûdahiya di navbera zayend, ziman, ol, an jin û mêran de”.

Di dawiya semînerê de, pêşniyar ji hêla rêheval Roşen Mûsa ve hatin xwendin, ku diyar kir:

Ji bo xurtkirina rola jinê di warê siyasî de, dîblomasiya civaka demokratîk, pêdivî ye ku gelek nuqte bêne girtin, di nav de:

1-Divê jin di heman demê de nasnameya xwe ya dîrokî, xweza û hemwelatiya xwe ya siyasî nas bikin, ev tê vê wateyê ku ew bi karên sivîl, civakî, siyasî, dîplomatîk mijûl bibin.

2-Girîngiya perwerdekirina jin û mêran û şopandina piştî perwerdehiyê ji hêla Meclîsa Jinan û rayedarên pêwendîdar ve, û amadekariya kadroyan ji bo karên siyasî û diplomatîk.

3-Eleqeya ji bo belavkirina çanda dîplomasiya civaka demokratîk û nehiştina cudahiyê, mafê cudahiyê, pirrengî, qebûlkirina kesên din û têgînên zayendî, û xurtkirina têgeha neteweya demokratîk di jiyana civakê de.

4-Peyman û çalakiyên navneteweyî yên têkildarî mafên jinan, bi rêyên berdest bidin nasandin

5-Xebat li ser guhertina çarçoveya qanûnî û destûrî li Sûriyê bê kirin, ku beşdariya siyasî bi giştî û beşdariya jinan bi taybetî birêve dibe.

6-Li dar xistina konferans û semîneran ji bo tevahiya dozên mirovî, bi beşdariya jin û mêr.

7-Li dar xistina hevdîtinan bi rûsipiyan re û kesayetên civakî ji bo xurtkirina têgeha diblomasiya civakî di navbera tevahiya civakê.

8-Tevlîbûn û hevkariya di navbera tevahiya saziyên civaka siyasî û sivîl, ji bo belavkirina çanda dîblomsiya civaka demokratîl, û xurtkirina rola jina sûrî.

Back to top button