ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Her êrişek li ser gelê me were wê bê bersiv nemîne

Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê hewldana nû ya dagirkeriyê ya PDK’ê de daxuyaniyeke lezgîn belav kir. Rêveberiya Xweser ragihand ku PDK li pey provokasyonên nû ye û dixwaze xwîna êzidiyan birijîne.

Di daxuyaniyanê de bang li raya giştî ya cîhanê jî kir ku piştgiriyê bidin berxwedana êzidiyên Şengalê.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha ye;

‘2’yê Cotmehê PDK’ê bi hêzên çekdar xwestin derbasî Şengalê bibin lê gelê me yê ku li çand, ol û rûmeta xwe xwedî derdikeve ji ber îxaneta ya ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê PDK’ê ve li dijî wan hatiye kirin, nehiştin ev hêz derbasî ser axa pîroz bibin. Dayikên me, ciwanên me û tevahiya gelê me Şengal li hemberî dagirkeriya PDK’ê parast û ew neçar kirin ku paş ve vegerin. Lê piştî rojekî carekî din dixwazin vê provokasyonê bibin serî û xwîna Êzidiyan birijînin.

Em ji raya giştî re didin diyarkirin ku armanca wan ne propagandaya hilbijartinê ye, ji xwe gelê me îspat kir ku ew îxanetkaran qebûl nakin û dengê xwe nadin wan. Armanca wan a sereke ew e ku li gor peymana 9’ê Cotmehê dixwazin Leqa 17 li Şengalê vekin û careke din xwe li ser Şengalê bi darê zorê bikin desthilatdar.

Tê zanîn ku Leqa 17 navenda îşkence û qetilkirina keç û xortên êzidiyan e. Gerek herkes bizane ku êdî gelê me yê êzidî ne wek beriya 2014’an e. Gelê êzidî bi îrade û nêrînên azad tevdigere û ne mimkûn e careke din koletiyê qebûl bike.

Em ne alîgirê şer in. Em dixwazin hilbijartina ku demeke kurt maye bi rengekî demokratîk û azad pêk were. Em ê li ser sindoqên dengdanê bidin diyarkirin ku ev îradeya azad a civaka êzidî wê biserkeve. Bila herkes bizane, her êrişek li ser gelê me de were em ê bê bersiv nehêlin û em ê xwe biparêzin û wekî her gelekî azad mafê xwe yê parastina rewa pêk bînin. Em bang li civaka xwe ya êzidî li tevahiya cîhanê û Kurdistanê dikin ku li warê xwe yê pîroz Şengalê xwedî derkevin û piştgiriya berxwedana êzidiyên Şengalê bikin.

Em bang li hêz û rêxistinên Kurdistanî û cîhanê dikin ku xwedî li îradeya azad a Şengalê derkevin û piştgiriyê bidin.”

Back to top button