ÇalakîManşêt

PYD beşdarî sêyemîn konferansa Malbatên Şehîdan a Reqayê dibe

Bin diruşmeya “Bi şerê gel ê şoreşgerî em ê bi ser bikevin” sêyemîn konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan roja Pêncşemê 08.09.2022 li bajarê Reqayê bi beşdariya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li kantona Reqa hate lidarxistin, saziyên sivîl û leşkerî, tevgerên jinan, partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê dest pê kir û piştre jî şêwirmenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê axaftina vekirinê kir.

Di konferansê de gelek gotin hatin gotin, di nav de axaftina li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û axaftina Meclisa Leşkerî ya Reqayê.

Axaftvanan di konferansê de lidarxistina sêyemîn konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan li malbatên şehîdan û hemû gelên herêmê pîroz kirin.

Gotinan destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî û gelên bajarê Reqayê bi taybetî li dijî dagirkerî û çeteyên dagirker li ber xwe dan û hemû planên dijmin ên salên borî pûç kirin, û şêniyên bajarê Reqayê li berxwe dan û gelek şehîd dan ji bo rizgarkirina axa xwe ji çeteyên DAIŞ a terorîst, û bi her awayî li ber xwe dan da ku yekîtiya axa xwe biparêzin û jiyanek azad, bi rûmet û demokratîk ji wan re misoger bikin.

 

Back to top button