ManşêtNûçe

​​​​​​​Partî û saziyên kurdan ên li Ewropayê: Divê li hemberî êrişên Tirkiyê helwesteke hevpar were nîşandan

Partî û saziyên Kurdan ên li Ewropayê derbarê êrîşa li Xelîfanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Parastina berjewendiyên netewî yên gelê Kurdistanê, di serî de bi nîşandana nerazîbûnên xwe yên li dijî polîtîkayên dagirkerî û komkujiyê yên dewleta Tirk a qirker û dewletên din ên mêtînger ên li Kurdistanê pêkan e.

Em hemû dizanin ku dewleta Tirk xewna Osmanîyeke nû dibîne û dixwaze ji Heleb heta Mûsil û Kerkûkê ku ji wan re dibêjin sînorên Mîsakî-neteweyî (Mîsak-i Mîllî), axa Kurdistanê bi temamî dagir bike û desteser bike.  Bi kurtasî dewleta Tirk ji bo ji nû ve dagirkirina tevahiya Kurdistanê rêbazên herî qirêj pêş dixe.

Bi dîtina vê yekê, divê gel û hemû partiyên Kurdistanê helwestên xwe yên ji bo berjewendiyên netewî derbixin pêş.  Ev hem erkekî netewî ye û hem jî tekane rêya parastina Kurdistanê ye.

Ji ber vê yekê berxwedana gerîla ya li Zap û Metîna berxwedaneke neteweyî ya li dijî dagirkeriya Kurdistanê ye û ji bo parastina destkeftî û pêşeroja gelê Kurd e.  Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê li dijî gerîla, êrîşî hemû nirx û destkeftiyên Kurdan dike.  Her kes, sazî û partiyeke Kurdistanê bi xwedîderketina vê berxwedanê ve parastina destkeftiyên gelê me yên li Başur û Rojava û têkoşîna azadiyê ya parçeyên din garantî dike. Geşedanên dawî me weke sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê dixe li nava fikaran. Ev geşedan zirarê dide berjewendiyên netewî yên gelê Kurdistanê.

Lê belê dema ku gerîlayên azadiyê li hemberî van planên qirêj û dagirker ên artêşa Tirk a dagirker serkeftinên mezin bi dest dixin, li herêmên Başûrê Kurdistanê yên ne şer li dijî gerîlayên azadiyê êrîş pêk tên.  Mîna êrîşên yekem ên 26’ê Tîrmeha 2021’an û ya duyemîn di 29’ê Tebaxa 2021’an de, niha jî ya sêyemîn di 5’ê Îlona 2022’an de pêk hat.  Di van her sê êrîşan de heta niha bi giştî 12 gerîlayên azadiyê şehîd bûne. Ev her sê bûyer jî li benda zelalkirin û lêkolîneke cidî ne.

Em banga HPG’ê ya ji bo ronîkirina bûyerê qebûl dikin û piştgirî didin, ku tê de tê gotin ku 3 gerîlayên ji tîma gerîlayan a li Geliyê Balîsanê ji aliyê balafirên keşfê ve hatiye kirin, şehîd bûne û 2 jê birîndar bûne.  Ji ber ku piştî êrîşa balafirên keşfê, hêzên PDK’ê mudaxeleyî cihê bûyerê kirine û ji aliyê çavkaniyên herêmî ve jî hin dengên çekan hatine bihîstin.  Li gorî medyayê, tê gotin ku 2 gerîlayên birîndar ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin û birine cihekî nediyar.  Her wiha daxwaza me ya sereke ew e ku bûyer bê ronîkirin û gerîlayên birîndar yên hatine destgîrkirin jî radestî yekîneyên wan bên kirin.

Xuya ye di her sê êrîşan de jî agahî ji herêmê ji dijmin re hatine dayîn. Zelalkirina vê bûyerê erka serdestên herêmê, yên Asayîş û pêşmergeyên PDK’ê ye. Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ancax bi têkoşîna hevpar û hevgirtina hemû hêzên Kurdistanî dikare were pûçkirin.  Ev karekî neteweyî yê hevpar e. Tevî vê yekê em careke din diyar dikin ku em hemû derdorên ku agahî û alîkariyê didin dijmin şermezar dikin û banga bidawîkirina vê dikin.

Em weke sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê di wê baweriyê de ne ku divê ev bûyer bê lêkolînkirin û ronîkirin.  Her wiha bi lezgîn radestkirina her du gerîlayên birîndar ji bo yekîneyên wan, wê diyaloga navbera Kurdan xurtir bike û polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk jî pûç bike.  Eger ev yek pêk neyê wê zerarê bide destkeftiyên Kurdistanê û rê li ber polîtîkayên komkujî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtînger li Kurdistanê veke.

Weke partî û saziyên Kurdistanî yên li jêr îmze kirine, banga me ji hemû gel û aliyên Kurdistanê re ew e ku li hember siyasetên dagirker û qirker yên dewleta Tirk a mêtînger yên li ser Kurdistanê, bi ruhê yekitiya netewî, ji berjewendiyên netewî yên gelê Kurdistanê berxwedanê bilind bikin.

LÎSTEYA PARTÎ Û SAZIYÊN ÎMZE DANE

YNK (Yekîtiya Niştimanî Kurdistan)

Tevgêra GORAN

KCDK-E (Kongreya Civakên  Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewrupa)

TJK-E (Tevgera Jinên Kurdistanê-Ewrupa)

Partiya ŞÛÎ Kurdistan

Kongra Star (Rêxistina Jin Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê)

Partiya Zahmetkêşan – Başûr

PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiya)

Tevgera Azadî

PYD (Partiya Yekîtiya Demokrat)

P.D.K.S  (Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûriyeyê )

Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê

Tevgera Nûjen ya Kurdistanî-Sûriyeyê

PÇDKS ( Partiya Çep a Demoqrat a Kurd li Sûriyê.)

Partiya Demokrata Kurd li Sûriyeê( El Partî)

Partiya Çep a Demokrat li  Sûriyeyê

Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriyeyê

Partiya Kesk A Demokrat Kurdistanî li Sûriyeyê

Partiya Demokrata Kurdistanî li SûriyeyêPartiya Komunîst a Kurdistanî li Sûriyeyê

PÎK (Partiya Îslamiya Kurdistan)

KKP ( Partiya Komunîsta Kurdistan)

Tevgera Kawa

PJAK(Partiya Jiyana Azada Kurdistan)

Yakyatî Şorşgêrî Kurdistan

KODAR  (Civaka Demokratîk û Azada Rojhelatê Kurdistan)

KJAR (Civaka Jinên Rojhelatî Kurdistan)

Platforma Horam

Plattform Zagros

Plattform Yarsan

Yarî Kurd

Partiya Demokrat û Pêşverû Ya Kurdî li Suriyeyê

Tevçand (Tevgera Çand û Hunera Kurd)

Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V

FEDA ( Federesyona Elewîyên Kurdistan)

NAV YEK (Navenda Mal û Komelê êzdiyan)

Kurdische Zentrum Berlin

CIK ( Civaka Islamiya Kurdistan)

Enstituta Kurdî – Almanaya

Enstituta Kurdî – Bruksel

MŞD ( Meclîsa Şingal a Derveyî Welat)

YMK ( Yekîtîya Mamostayên Kurdistan)

YES (Yekitiya Êzdiyên Sûri)

Dachverband der Êzidischen Frauenräte

DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V  Dresden

Kongreya Gel a Mezopotamyayê

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê

Kurdistan human rights Association

Civaka Kurd ji bo Neteweyên Yekbûyî

Partiya Roj

ANHA

Back to top button