ManşêtNûçe

Piştgiriya ji bo kampanyaya derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ zêde dibe

Piştî ku Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê 15’ê Mijdarê ragihand ku ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ 26`ê Mijdarê dest bi kampanyayekê dikin, gelek peyamên piştgiriyê hatin weşandin.

Parlamenterê Partiya Karkeran a Brîtanyayê û berdevkê Koma Partiyan a Sûriyê û Kurdistanê li Tirkiyê Lloyd Russell û rêveberê Komîteya Piştgiriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Awistralyayê (NESS) Fion Skiotis jî desteka xwe ya ji bo kampanya derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ ragihand.

Peyam li ser hesabê Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê hatin parvekirin.

Lloyd Ruseell di peyama xwe de wiha got: “Di çarçoveya rola xwe de me ev rapora li ser wekhevî û temsîliyeta siyasî ya Kurdên li Tirkiyê weşand. Di rapora xwe de me mijarên ku em ji ber wan metirsîdar in, bi rêz kirin.”

Lloyd Ruseell diyar kir ku beriya niha gelek caran di rapora xwe de îşaret pê kiriye ku PKK bi neheqî di ‘lîsteya terorê’ de tê hiştin û got: “Di rapora me de pênaseyeke berfireh a zayend, wekhevî, çewisandina çandî, çewisandina siyasî û terorîzma li dijî PKK’ê û hemû kesên alîgirên otonomiya Kurdan, hebû. Me gelek caran got ev şaş e. Em zextê li hikûmetê dikin ku vê bike, em ji wan dixwazin ku li ber Tirkiyê rabin û mafên gelê Kurd bên parastin. Ji ber vê yekê em ê piştgiriya xwe ya bi xwişk û birayên xwe yên Kurd ên li her dera cîhanê re berdewam bikin, her li ku derê edalet, xweserî û aştî lazim be, bi taybetî jî li Kurdistanê.”

Rêveberê Komîteya Piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Awistralyayê (NESS) Fion Skiotis jî peyamek weşand û ji Awistralyayê xwest ku qedexeya PKK’ê rake.

Fion Skiotis diyar kir ku PKK ji sala 2016’an ve li Awistralyayê jî hatiye qedexekirin û got: “Çawa ku berxwedêrên li Tîmora Rojhilat a dagirkirî yan jî rêxistinên berxwedanê yên Şerê Duyemîn ê Cîhanê yên li Ewropayê tê koşiyan, PKK jî bi mafdarî tê dikoşe. PKK ne ji bo Awistralyayê ne jî ji bo gelên Awistralyayê gefek e.”

Fion Skiotis xuya kir ku hemû delîlên MÎT’a Tirk ên pê PKK’ê bixe ‘lîsteya terorê’ hatine pûçkirin û wiha lê zêde kir: “Bi hevkariya PKK’ê û Hêzên Sûriya Demokratîk, terora DAIŞ’ê hate têkbirin. PKK’ê bi Tirkiyê re dest bi hevdîtinên aştiyê kir. Rejîma Erdogan ji bo berjewendiya xwe dev ji van dan û standinan berda. PKK tevgereke rizgariya neteweyî ya rewa ye. Rêberê PKK’ê Ocalan e ku wek Mandelayê Kurd jî tê zanîn. Divê Awistralya demildest  qedexeya li ser PKK’ê rake.”

ANHA

Back to top button