ÇalakîManşêt

Şandek ji têkiliyên giştî yê Meclisa Rêveber û Hêzên Ewlekariya Hundirîn serdana partiya me kirin

Nivîsgeha têkiliyên giştî ya Meclisa Rêveber li herêma Cizîrê û têkiliyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, îro di dîroka 17’ê Mjdarê de serdana navenda Partiya Yekîtiya Demokrat li Qamişlo kirin.

Şande ji Îmran Saroxan, Hîba Mihemed, Mihemed Ebûd El-Hesen endamên nivîsgeha têkiliyên giştî ya herêma Cizîrê, û Dewran Haşimî rêveberiyê nivîsgeha têkiliyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Şêx Mihemed Arif Hemdûn, Şêx Hisên Sada û Şêx bavê Aştî endamên komîteya kordînasyona nivîsgeha têkiliyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn; pêk hat.

Hevserokatiya nivîsgeha Têkiliyan di Partiya Yekîtiya Demokratîk Xelîl Osman û Rohat Mele Xelîl pêşwaziya şandeya mêvan kir.

Di der barê serdanê de geşdanên siyasî li ser qada Sûriya bi giştî û herêmên bakur û rojhilatê Sûriya bi tabyet hat nîqaş kirin.

Endamê nivîsgeha têkiliyên giştî ya Meclisa Rêveber ya herêma Cizîrê Îmran Saroxa îşaret kir ku armanca me serdana tevahiya partiyên siyasî yên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ye.

Her du aliyan tekez kirin li ser kordînasyon û pêwistiya hevkariya di navbera wan de.

Back to top button