Pêkhateyên Ereb ên Şengalê bi daxuyaniyek diyarkirin armanca êrişên dewleta Tirk ewe ku pêşengên civaka Êzidî ji holê rake û ziyanê bi Rêveberiya Xweser a Şengalê bigihînin.
Li gorî ajansa “ROJNEWS” Pêkhateyên Ereb ên devera Şengalê derbarê êrişên dewleta Tirk ên ser Şengalê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan.
Di destpêka daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê hat şermezarkirin û hat diyarkirin armanca êrişan ewe ku pêşengên civaka Êzidî ji holê werin rakirin û ziyanê bi Rêveberiya Xweser a Şengalê bigihînin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin, dewleta Tirk di nava hewildanan de ye rewşa ewlehî, siyasî ya Şengalê xerake. Hat gotin, “Wek pêkhateyên Ereb em ê li gel hemû mezheb û pêkhateyên Şengalê bi yek destî li dijî her cûre êriş û destdirêjiyek li ser Şengalê rawestin.”
Di dawiyê de jî daxwaz ji hemû saziyên mafên mirovan û yekitiya Ewropayê hat kirin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikevin nava hewildanan. Her wiha hat gotin, wek gelê Ereb ew azadiya xwe bi azadiya Rêber Ocalan re dibînin.