ManşêtNûçe

KOMAW ji bo sala 2022’an peyamek weşand

Komeleya Malbatên Şehîd û Windahiyan a Kurdistanê (KOMAW) ji bo sala 2022’an peyamek weşand.

Di peyamê de hate ragihandin ku gelê Kurd saleke bi êşên giran û lehengiyên mezin li pey xwe hişt û hate gotin, “Bi bîranîna şehîdên leheng ên gelê xwe em dest bi sala nû dikin.

Bi hêviya ku sala 2022’an ji bo malbatên şehîdan, gelê Kurdistanê yê welatparêz û mirovahiyê bibe saleke azad, aştiyane û ji jiyaneke bi tenduristiyeke baş, sala nû di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li berxwedêrên li zindanan û hemû berxwedêran pîroz dikin. Em bawerin û bi daxwazin ku di dema herî kurd de bibin xwedî jiyaneke azad û aştiyane.”

ANF

Back to top button