DaxuyanîManşêtNûçeyên Lezgîn

Partiyên siyasî: Dîwarê parçekirinê binpêkirina qanûnên navneteweyî ye

Partiyên Siyasî û koalisyonên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin “Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Hevbendiya Niştimanî ya  Demokratîk a li Sûriyê, Partiya Nûjen û Demokratîk” daxuyaniyeke hevbeş der barê binpêkirinên dewleta Tirkiyê li kantona Efrînê û lêkirina dîwarê parçekirinê, îro li bajarê Minbicê dan.

Daxuyanî ji aliyê endama Desteya Rêveber a Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a li Sûriyê Mûna El-Xelef hate xwendin û tê de bal li ser van xalan hate kişandin:

“Ji perensîbên Sûriyê di parastina welatê me Sûriyê û ji rêgezên me di Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a li Sûriyê, Partiya Nûjen û Demokratîk de, di demeke ku hêzên siyasî hewldana derketina bi çareseriya aloziya Sûriyê dikin, hikumeta Tirkiyê ya faşîst hewl dide ji vê mijarê derkeve, hemû nirxên mirovî û mafê gelan di jiyana hevbeş û jiyana ewle binpê dike.

Hikumeta Tirkiyê bi dagirkirina xaka Sûriyê têr nebû, hemû cureyên sûcan pêk anîn, niha jî dîwarê parçekirinê yê Osmanî derdora bajarê aştiyê yê Efrînê ya Sûriyê lê dike, bi wê armanc dike ku bajarê Efrînê ji Sûriyê qut bike û wê dûrî nasnameya Sûriyê bike.

Ev dîwarê parçekirinê rûreşiyeke li ser civaka navneteweyî ye û binpêkirina qanûnên navneteweyî û hevpeyamana NY`ê ye, her wiha binpêkirina qanûnên mafê mirovan û  çarenûsa gelan e.

Em ji civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dixwazin bi erka xwe ya exlaqî û mirovî rabe, her wiha em ji dewleta Sûriyê dixwazin helwesteke rast ji binpêkirinên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê re deyîne û divê Tirkiyê hêzên xwe ji hemû Sûriyê li Cerablûs, Bab, Izaz û Efrînê derxe, em ji hemû kesên birûmet li welatê Sûriyê dixwazin bibin yek.”

ANHA

 

Back to top button