ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Dewleta Tirkî kurdekî hevwelatiyê Swêdê girt

Kurdekî 63 salî yê hevwelatiyê Swêdê li Stenbolê hate girtin. Di vê derbarê de, rojnamegerên Radio ya Siwêdê bi xanima kesê girtî re axivîn.

Kesê girtî eve derdorê 30 salî ye ku bi malbata xwe re li Swêdê dijî û hem hevwelatiyê Swêdê hem jî yê Tirkiyê ye. Li vir wî demekê bi awayekî çalak di nav Partiya Jîngehê (Miljöpartiet) Siwîdî re jî siyaset dikir.

Rojnameyên tirkî îro dinivîsin ku îstixbarata Tirkî MITê bi hêzên dij-teror ên Tirkiyê re avêtine ser malekê û bi gumana ku li Swêdê ji bo PKKê dixebite kesek girtine.

Xanima kesê girtî da zanîn ku zilamê wê gelek caran ji bo serdana xizm û malbata xwe diçû Tirkiyê. Berê tu pirsgirêk derneketine û vê carê jî ew berya heftiyekê ji balafirxaneyê xweş derbasbûye, lê piştre bi ser mala xizmeke wan de girtine û ew birine.

Ji payiza 2018ê ve kurdekî din ê hevwelatiyê Swêdê bi heman îdiaya ku têkiliyên wî bi PKKê re hene li Tirkî girtî ye.

Buster Mirow Emitslöf, ji wezareta derve ya Swêdê UD, ji Radioya Siwêdê re radigihîne ku haya wan ji girtina welatiyekî swêdî heye û bi riya sefareta xwe ya li Stenbolê ew dozê dişopînin.

Back to top button