ManşêtNûçe

Partiyên siyasî banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin

Hejmareke partiyên siyasî yên herêma Firatê bi daxuyaniyeke hevbeş banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Partiyan bang li hêz û partiyên kurdistanî jî kir ku erka nîştimanî ya parastina destkeftiyên Rojava bînin cih.

Daxuyanî li Muzexaneya bajarê Kobanê, bi amadebûna endamên 8 partiyên siyasî hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê endama Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Rûken Ebdo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Piştî 11 salan ji aloziya Sûriyê û destwerdana rasterast a dewleta Tirk ji bo dagirkirina herêmên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji 24’ê Gulanê ve dewleta Tirk a dagirker gefên xwe yên dagirkirina herêmên nû yên Sûriyê, bi taybet herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk zêde kirine.

Tevahî cîhan têdigihe ku dewleta Tirk a dagirker û herêmên Sûriyê yên dagir kirine, bûne çavkaniya terorê.”

Dirdewamiya daxuyaniyê de hat gotin: “Di demên dawîn de  dewleta dagirker tevgera xwe ya terorîst zêde kiriye û her kesê ku li dijî terorê şer dike, bi balefirên bêmirov ên biçek hedef digire. Beriya du rojan jî, Koordînatora Têkiliyên Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navdewletî û fermandara pêşeng a têkoşîna li dijî terora DAIŞ’ê rêheval Jiyan Tolhildan ji aliyê Tirkiyeyê ve hate şehîdxistin.

Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku eger dewleta Tirk li Sûriyê dest bi operasyoneke nû ya dagirkeriyê bike, dê teror li cîhanê belav bibe û gefê li ewlehî û aramiya cîhanî dixwe. Her wiha dê koçberî û azarên niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bike, mîna ku li Efrîn, Serêkaniyê û  Girê Spî, bi kuştin, koçberkirin, talankirina milkên welatiyan û guhertina demografîk pêk aniye.

Ji ber vê yekê divê her du garantorên peymanên 2019’an (Rûsya û Amerîka) zanibin ku bêdengiya wan gelên herêmê dide ber qetlîamên nû û hêza terorê zêde dike, lewma divê qedexeya hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê danîn. Li ser vî bingehî jî, em bang li gelê xwe yê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û dibêjin ku armanca dewleta Tirk ew e ku gelê me ji axa wan a dîrokî koçber bike û mafên wan ên rewa li herêmê ji holê rake. Ji lew re divê bi gelê xwe re destkeftiyên ku me bi saya xwîna şehîdên xwe bi dest xistine, biparêzin û bi hêzên xwe yên leheng, Hêzên Sûriya Demokratîk re ax û rûmeta xwe biparêzin.

Em bang li hêz û partiyên Kurdistanî jî dikin ku erka xwe ya nîştimanî ya parastin û piştgirîkirina destkeftiyên Rojava bi cih bînin, ji ber ku dewleta Tirk bi gefên xwe hemû destkeftiyên li seranserê Kurdistanê dike hedef. Li hemberî van gefên Tirkiyeyê bibin yek.

Her wiha em bang li hêzên navneteweyî û bi taybet garantorên peymana 2019’an dikin ku rola xwe bilîzin û bihêlin ku dewleta dagirker a Tirk sozên xwe bi cih bîne.”

ANHA

Back to top button