Bi dehan endamên civaka Kurd li Lubnanê beşdarî semînerê bûn ku duh Çarşemî 28ê Tîrmehê bi siponseya Partiya Yekîtiya Demokrat – Rêxistina Lubnanê, Kordînatora Kongreya Star li Lubnanê û Komeleya Çanda Newrozê hat lidarxistin.
Di semînerê de nûnerê têkiliyên dîplomatîk ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Lubnanê Ebdulselam Ehmed, endama Koordînasyona Kongreya Star Netwî Xemgîn û Serokê Komeleya Çanda Newrozê Cemal Hesen Axivîn.
Di heman demê de endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şerfîn Cûdî got ku mijarên semînerê şehîdên Komkujiya Til Hasil û Til Eranê bibîr bînin, her wiha bîranîna şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, şehîdên meha Tîrmehê, salvegera şehadeta Ristem Cûdî, salvegera şehîd Polat Herkul û bîranîna şehîdên komkujiya Qamişlo.
Di derbarê komkujiya Til Hasil û Til Eranê de jî axaftvanan diyar kirin ku 9 sal piştî ku komên terorîst ên girêdayî Tirkiyeyê Komkujiya Til Eran û Til Hasilê pêk anîn, hîn jî sûcdar bê hesab di bin parastin û azadiya xwe de ne.
Axaftvanan her wiha bal kişandin ser bîranîna şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê (Şehîd Rustem Cûdî, şehîd Polat Herkul û hemû şehîdên meha Tîrmehê).
Ji aliyê xwe ve endama Koordînasyona Kongra Star Xemgîn Natwî ji bo bîranîna şehîdên pêşeng ên jin ên di 22’ê Tîrmehê de şehîd bûne axivî.