ÇalakîManşêt

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li paytexta Elmanya Berlînê civîneke rêxistinî li dar dixe

Partiya me, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), civîneke rêxistinî êvara pîrozbahiya nehemîn salvegera şoreşa 19ê Tîrmehê ya pîroz, roja Yekşemê 08.08.2021an li paytext Berlînê li dar xist, ku bi awayê festîvalek girseyî li paytexta Berlîn hat.

Civîn bi amadebûna berpirsiyara Rêxistina Jinan li Ewrûpayê heval Zozan Dêreîk û berpirsê rêxistina partiyê li Elmanyayê heval Xebat Şakir, û bi beşdariya komek hevalên partiyê li Berlînê pêk hat.

Piştî ku ji bo giyanê şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin, her du hevalan bal kişandin ser girîngiya şoreşa exlaqî ya Rojava, ya ku bi lez pêşket ji şoreşa herêmî heta bû ji aliyê hemû gelên cîhanê ve ji ber rola wê di têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞê de, ku gef bû li ser hemû cîhanê, cihê rêzgirtinê, herwiha rola ku Jin di vê şoreşê de ji aliyê siyasî û leşkerî ve list.

Civîn bi taybetî pêşxistina xebata rêxistinî û partîtî axivî, da ku Berlîn di tekoşîna partiyê ya li Ewropayê de bibe mînak. Piştî wê, her du hevalan girîngiya birêxistinkirina civaka Kurd li Ewropayê ji bo piştgiriya şoreşa Rojava, û bakur û rojhilatê Sûriyê bi giştî, Dûv re di navbera hevalan de li ser mekanîzmayên pêşxistina xebata partiyê û plansaziyek rêxistinî ya berfireh a ji bo qonaxa pêşerojê danûstendina nêrîn û nîqaşê hate şopandin.

Back to top button