ÇalakîManşêt

Şandek ji Kongra Star û “MSD” serdana buroya partiya me li herêma Firatê kirin

Duh 10’ê Tebaxê, şandek ji Kongra Star û buroya jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk, serdana Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li herêma Firatê kirin

Şande ji “Mizgîn Xelîl û Hedla Hesen” endamên kordînasyona Kongra Star li herêma Firatê, her wiha “Îlham Omer” endama buroya Meclisa Sûriya Demokratîk “MSD” pêk hat.

Her wiha di pêşwaziya wan de “Bêrîvan Hesen” rêveberiya di buroya têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk, û endama meclisa jin di partiyê de “Elmaz Romî”.

Nîqaş li ser rwşa jin li bakur û rojhilatê Sûrî bi giştî, û li herêma Firatê bi taybet hat kirin.

Her du aliyan, di serdanê de îşaret bi amadekariya li darxistina komxebatek jinan li herêma Firatê kirin, li ser mijara destûrê û rola jinê tê de, ji bilî gotûbêjkirina xalên din.

Li ser vê mijarê, nêrîn û pêşinyar ji beşdaran hat girtin, ji bo amadekirina komxebatek jinan di rojên pêş de, li herêma Firatê.

 

Back to top button