ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser du zarokên Filestînî yên ji malbatên DAIŞ radestî şandeke Filestînî kir

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriya du zanokên ji eytamên DAIŞ radestî Filestînê kir, û her du zarok jî ji dêûbavên ku tevlî rêxistina DAIŞ a terorîst bûn.

Hevserokê desteya karûbarên derva di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de Ebdûlkerîn Omer diyar kir ku radestî şandek ji qunsûliya Filestînî li herêma Kurdistana Iraqê bû.

Şandeya Filestînî spasiya Rêveberiya Xweser kir ku di vê erka mirovî de hevkarî kirin.

Kampek “Hol û Roj” bi zêdetirî 25,000 qasir ku li ser eqîda rêxistina DAIŞ hatine fîr kirin, û ev xetera afirandina nifşek nû ya terorîstan e, ji ber vê yekê herdem Rêveberiya Xweser bi berdewamî bang li dweletan dike ku hemwelatiyên xwe ji kamp û navendên girtinê li bakur û rojhilatê Sûriyê wergirin.

Back to top button