ÇalakîManşêt

Partiya me civînek girseyî li Mistefawiyê li dar xist

Di çarçoveya hemleya civînên girseyî li herêma Cizîrê, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Silêman Bedir civînek li gundê Mistefawiyê ya girêdayî navçeya Girkê Legê ya kantoa Qamişlo li dar xist, ji bo şîrovekirina rewşa siyasî ya heyî.

Civîn bi bîranîna şehîdên meha Hezêranê û sekinandina deqeye rêzgirtin dest pê kir, piştre Silêman Bedir li ser rola hêzên hegemonik ê navendî di qirkirina gelan bi hemû awayên kuştin, hilwişandin û şerên biyolojîk axivî.

Her wiha îşaret pê hat kirin li ser pêwistiya rêxistinê û parestina deskeftiyên şoreşa Rojava, û pêwistiya li hember komployên ku çêdibin di hundirê herêmê û yekîtiya Kurdî, û berdewamiya têkoşînê bi hemû pêkhateyên herêmê ji bo xurtkirina Rêveberiyên Xweser yên Demokratîk û piştgiriya hêzên leşkerî.

Civîn bi bersiva pirsên beşdaran bi dawî bû.

   

Back to top button