ÇalakîManşêt

Partiya me pêşwaziya Partiya Sûriya Pêşerojê dike li navenda wê ya giştî

Şandeyek ji Partiya Sûriya Pêşeroj bi serokatiya Ibrahîm Al-qetfan serdana partiya me kir Partiya Yekîtiya Demokratîk li navenda wê ya giştî, ji bo guftûgoyê li ser geşdanên reweşa heyî bikin weke nêzîkatiya kurdan û aloziya aborî ya ku herêm  jiyan dike û bitaybet sûriya.

Serokê Partia Sûriya Pêşeroj Ibrahîm Al-qetfan û endamê meclisa giştî Cîhad Hesen serdana navenda giştî ya partiya me li Qamişlo kirin.

Şande ji aliyê Serokatiya hevbeş ya partiya me Ayşa Heso û Anwer muslim û endamên desteya serokatiyê Salih Muslim û Sema Bekdaş û endamên buroya têkiliyan Xelîl Osman û Rohat Mela Xelîl hatin pêşwazîkirin, duh çarşem di dîroka (2020-6-10).

Di hevdîtinê de nîgaş li ser geşdanên rewşa heyî hat kirin, û rewşa siyasî, aborî û bandora zagona Qeyser li ser herêmên bakur û rojhilatê sûriyê ya ku hat ferizkirin li ser hikûmeta sûriyê.

Herdû alî li ser mijara nêzîkatiya Kurdî-Kurdî axivîn, û di nîqaşê de hat gihaştin ku nêzîkatiya kurdî tu bandor li ser nêzîkatiya  pêkhateyî di navbera pêkhateyê Bakûr Rojhilata Sûriyê nake, lê belê piştgiriyê dide wê, her wiha diyar kirin ku ji mafê hemû pêkhateyane sererastkirina mala wan ya hundirîn.

Back to top button