DaxuyanîManşêtNûçe

Kongreya Civaka Demokratik KCDK-E Banga Bilindkirina Berxwedanê dike

Bi daxwiyaniyekî Kongra Civaka Demokratik li Ewropa li hemberî êrîşên qirikinê yên Dewleta Tirk li ser gelê Kurd banga bilindkirina berxwedanê ji Kurdistanî û dostên wan kir. Daxwiyanî li jêr weha hatiye:

 

Li dijî dagirkerî û êrîşkariyên dewleta Tirka ya qirker a li ser Başûrê Kurdistanê, em berxwedanê bilind bikin!

Dewleta Tirka ya Mêtinger, êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dide meşandin. Mijara gotinê ne bi tene êrîş in. Dagirkeriya xwe, bi avakirina dehan navendên leşkeri û istixbaratî li deveverên cuda, kurtir dike.

Ji ber ku bi karanîna çeteyên weke DAIŞ’iyan, bi wan êrîşên birin ser Bakur, Başûr û Rojava, encamên dixwest bi dest nexist, îca wê bi hêza xwe ya leşkerî û istixbaratî ve yekser dest bi dagirkeriyê kir. Li gel pêkanînên xwe yên qirkirinê, bi alîkariya hinek Kurdên hevkarên xwe ve, êrîşên qirkirinê yên suiqestî li ser pêşêngên azadiya gelê Kurd pêktînin.

Li gel bi karanîna hêzên hevkarên xwe yên Kurd, planên komkujiyên bê şerefî çêdike û dixwaze di navbêna hêzên Kurdan de şer derxîne û bi vê şêwazê li pêşiya yekîtiya neteweyî bibe asteng. Lewma ji bo şer di navbera Kurdan de derbixe, hemû rê û rêbazên gemar û qirêj didin bi karanîn.

Herî dawî, di 27 ê Gulanê de, li herêma Bradostan, bi êrîşeke hovane derwêşê çiyayên Kurdistana Azad, fîlozof û fermandarê mezin Hevrê Qasim şehîd kirin. Qasim Engin, salên ku li Ewrupayê dima, şwîna ku jiyana xwe ya kesîtî bijî, hemû temenê jiyana xwe li xaka azad, pêşkêşî têkoşînê kir, ji bo azadbûna gelê Kurdistanê û herêmê û bi hevrejiyaneke xurt ava bibe. Bi jiyanek tije zanist û bi kesayetiyek mînak, bi canbexşane pêşengtî ji têkoşînê re kir. Heval Qasim, di hemû jiyana xwe de, ji bo azadî û yekîtiya gel, bi cangorî têkoşiya û ji bo vêna xebitî. Qasî xemgîniya gelê Kurdistanê, hêrsa wî jî ewqas mezin e. Dem dema mezinkirina nirxên berxwedana ku heval  Qasim afirandîye û avakirîna Kurdistana azad e!

Li himberî êrîşên bi giştî yên dewleta Tirkên mêtinger û qirker û faşîst, divê em jî  berxwedanek bi giştî  bilind bikin! Li dijî vê zihniyeta qirker a ku li Bakur êrîşî ser çand, ziman, îrade ê gorên me yên herî pîroziyên mene dikin, ji bilî pêkanîna berxwedanek mezin ti rêyên din nîne.

Zîhniyeta nijadperest a dewleta Tirkên qirker û çeteyên wan ên hov, li Efrînê bi her şêwazên bêexlaqî êrîşî jinên me dikin. Li Başûr, bi bomberanan dagirkerî û cengek kirêt û qirêj a bi giştî tê birêvebirin. Dewleta faşîst a Tirkan, bi her awayên derveyî mirovahî û bi wahşîtî êrîşî ser rûmetên Kurd û Kurdistanê dike. Li dijî vê rejîma faşîst ku bi hemû amûrên leşkerî, siyasî, çandî, aborî û dîplomatî dixwaze jiyanê li me bike jahr,  bi tenê rê ev e; bi berxwedanê qezenckirin e.

Divê li dijî hêrîşên dagirkeriya Başûrê Kurdistanê yên faşîzma AKP-MHP’ê, hemû gelê Kurd bibe yek dest û yekîtiya xwe ya netewî ava bike û bi berxwedanek heralî, destkeftî û nirxên gelê me bi parêze. Divê were zanîn ku êrîşên dewleta Tirkan, li ser hemû gel û destkeftiyên Kurd in.

Weke ku Hevrê Qasim di şêra xwe de gotiye “em piştî şehadeta xwe jî dev jê bernadin”! Ji bo em layiqî Hevrê Qasim bin û meşa wî ya azadiyê bidomînin, divê ji her wextê pirtir em berxwedanê mezintir bikin.

Em KCDK-E, dibêjin li dijî hêrîş û dagirkeriya  faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser Başûrê Kurdistanê, bi çalakiya ku em ê li hemû welatên Ewrupayê, Qenedayê û Avusturalyayê, di 13 ê Heziranê Roja Şemiyê bidin çêkirin,  bi çalakiyên di asta welatan û eyaletan de, em li himber rabin. Bi ruhê seferberiyê, ji bo em li bîranîna hevalê xwe Qasim bi layiqî xwedî derkevin û têkoşîna wî bidomînin, em bang dikin ku hemû Kurdistanî û dostên me beşdarî vê çalakiya me ya em ê çêbikin bibin!

 

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E

10 Hezîran 2020

 

Back to top button