Ji bo xurtkirina têkiliyan di nav bera hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûrî, û çalakirina rola eşîran ji bo parastina destkeftiyên ku gelê herêmê bi dest xisti ye, nivîsgehên (Rêxistinî- Têkiliyan) a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Reqayê civînek girseyî bi eşîra (El-Xanim El-Zahir) li gundê El-Sebahiya ya girêdayî herêmê, bi amedabûna bi sedan ji zarokên eşîrê li dar xist.
Mihemed El-Nasir, Tirkî û Beşar El-Xitir ji nivîsgeha têkiliyan di partiyê de, û ji nivîsgeha rêxistinî Xazî El-Yasmîn û Idrîs beşdarî civînê bûn.
Di destpêka civînê de, ji beşdarbûnan re pernesîp û armanca Partiya Yekîtiya Demokratîk hat nasandin, piştre rewşên siyasî li Sûriya û li herêmê û rola partiyê di rêxistina civakê de û hişyarkirina wê hat şîrovekirin, û girîngiya piştgirî û rêxistina eşîran da ku rola xwe ya rastîn di gihaştina civakek siyasî û exlaqî ya rêxistinkirî de bistînin.
Her wiha rola girîng a eşîran di parastina destgeftiyên gelê bakur û rojhilatê Sûrî de, di xurtkirina têkiliyên civakê de û rûbirûkirina şerê taybet û gefên li ser Rêveberiya Xweser û gelê herêmê hat destnîşankirin.
Beşdaran daxwaza destnîşankirina berdevkê bi navê eşîrê ji bo danûstandinê bi partiyê re kirin, û piştgiriya xwe ji partiyê û Rêveberiya Xweser re tekez kirin, û li ser nêrîna partiyê ji bo Sûriyê û helwesta wê li ser rêjîma Sûriyê pirsîn.