ManşêtNûçe

Parêzeran serî li CPT da: Ji bo pêşîgirtina li êşkence.. tedbîr bêne bicihanîn

Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayê girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv têne hiştin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê, di 24’ê Kanûna 2021’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû û gotibû, “Ji bo dawî li zerarên ji ber binpêkirina xala 17’an a Destûra Bingehîn (qedexeya êşkenceyê) bê anîn, ji bo malbat û parêzer karibin hevdîtinê bikin li gorî xala 73’an a rêziknameya navxweyî biryara tedbîrê bê wergirtin.”

Her wiha parêzeran, ji ber ku li dijî qanûnê wezîfeya xwe bi nebaşî bi kar tînin û li pêşiya bikaranîna maf dibin asteng di 24’ê kanûnê de li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) jî giliyê dozger û dadgerên pêwendîdar kiribûn.

DAXWAZÊN JI CPT HATIN KIRIN

Parêzeran herî dawî serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) da û bûyerên li Îmraliyê diqewimin weke ‘êşkence û kiryara xerab’ pênase kirin.

Parêzeran, ev daxwaz ji CPT kirin:

“* Komîteya we bi lezgînî biçin serdana Girava Îmraliyê,

* Serdana parêzeran tavilê bê kirin û herdemî be,

* Serdana malbatê û wasî bi rêk û pêk werin kirin û cezayên dîsîplînê yên li dijî hiqûqê ne bêne rawestandin,

* Li gel bicihanîna mafên serdanê her wiha mafê axaftina bi telefonê jî bi rêk û pêk were kirin,

* Astengiyên li pêşiya şandin û wergirtina name û faksan bên rakirin,

* Kiryarên nehiqûqî yên têkildarî rojname, kovar û pirtûkan bên bidawîkirin,

* Ji bo pêşîgirtina li êşkence, kiryarên li dijî mirovahiyê û kiryarên nebaş, tedbîr bêne wergirtin û bicihanîn.”

Mezopotamya

Back to top button