ÇalakîManşêtNûçe

Li darxistina civîna rêxistinî ya herêma Firatê Ii Kobanê

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD duh roja Sêşemê, di dîroka 2022-1-4  civîna rêxsitinî ya salane li herêma Firatê li dar xist, di bin drûşmeya ” Bi têkoşîna gelê şoreşgerî dagirkeriyê têkbinin û Rêvberiya Xweser pêşbixin” li navenda Baqî Xido ya Çand û Huner li kantona Kobanê.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpêkir.

Piştre perspektîfên partiyê li ser rewşa siyasî û rêxistinî û raporên salene hatin xwendin.

Deriyê nîqaşê hat vekirin li pêşiya beşdaran her wiha li ser mijarên têkildarî rewşa rêxistinî, siyasî û civakî hat sekinandin.

Ji mijarên ku hatin nîqaşkirin mijara êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriya û hedefgirtina sivîlan û herêmên ewle û binpêkirina peyamn û zagonên navdewletî û mirovî.

Her wiha mijara têkildarî bilindkirina têkoşînê ji bo azadiya rêber Abdullah Ocelan, û sekinandina li ser rewşa ciwan û jinan.

Civîn bi komek ji pêşinyaran û pilana karê rêxistinî ji bo sala nû bi dawî bû.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Enwer Muslim di gotina xwe ya dawiya civînê de tekez kir ku riya avakirina civaka azad ew e rêxistin û bilindkirina berxwedanê li ser tevahiya astan, îşaret kir kir ku herêm bi qonaxa dîrokî derbas dibe pêwîstiya bi têkoşînek zêdetir heye li ser atsa siyasî û civakî.

   

   

Back to top button