ManşêtNûçe

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan ê ku zêdetirî 2 sal in agahî jê nayên girtin û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, serlêdan kirin.

Serlêdanên hevdîtinê ji Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfazê ya Cezayê ya Îmraliyê re hatin şandin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve nikarin tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin.

ANF

Back to top button