Nûçe

CPFE: Nûçeya AINA, ya li dijî YPG bi tenê peyameke ku ew bi xwe alîgirên rêjîma Esadin

 

Weqfa Siyasî ya Xiristiyanan a Ewrûpayê (CPFE) nûçeya Ajansa Nûçeyan a Asûrî ya Navneteweyî (AINA) ya li ser îdîayên li dijî YPG’ê, derewand.

AINA’yê di 2’ê Mijdarê de di nûçeyeke xwe de îdîa kiribû ku 16 rêxistinên Asûrî û Ermenî bi daxuyaniyeke hevpar hêzên YPG’ê bi ‘binpêkirina mafên mirovan, standina mulkiyeta taybet, bi awayekî derveyî qanûnî leşkeriya bi darê zorê û destwerdana li dibistanan” sûcdar kirine.

Weqfa Siyasî ya Xiristiyanan a Ewrûpayê (CPFE) ku weke sîwaneya siyasî ya Tevgera Siyasî ya Xiristiyanan li Ewrûpayê tev digere, li ser mijarê daxuyaniyek weşand û bersiv da îdîayên tên kirin.

CPFE, îdîaya ku di nûçeya AINA’yê de dibêje ‘Dibistana seretayî ya Amal Asûrî ya li Hesekê ji aliyê hêzên Kurdî ve hatiye desteserkirin’ derewand û got, “Yên ku li pişt peyama ji aliyê AINA’yê ve hatiye weşandin disekinin, ew kesên ku dixwazin dibistana DAIŞ’ê ji rejîmê stendibû û ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin, careke din bidin rejîmê. Dibistan ji aliyê meclîsa Leşkerî ya Suryanî û YPG’ê ve ji DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin. Ji berpirsyarê dibistanê re hat gotin ku dikare pewerdeyê bidomîne, lê belê dibistan wê careke din radestî hikûmeta Esad neyê kirin. Sedema vê yekê jî; rejîm dixwaze hêzên leşkerî li vê dibistana ku li cihekî setratejîk e bi cih bike. Hêzên rejîmê yên nikarîbûn li hemberî DAIŞ’ê vê dibistanê biparêzin, di rewşeke ku mirov jê bawer bike de, nînin.”

Li ser îdîaya ‘YPG dest datîne ser mulkiyeta kesên ku koçber dibin’ CPFE diyar kir ku li holê qanûneke cemawerîkirinê ya derbasdar nîne û got, “Derbarê mulkiyeta ji ber koçberiyê hatine terikandin de, pêşniyara li Meclîsa Amûdê (Meclîsa Zagonsaz) hat qebûlkirin, xizmên di asta yekemîn û duyemîn de li vê mulkiyetê bicih nake. Lê belê ev pêşniyar ji aliyê hikûmeta herêmê ve nehat qebûlkirin.”

Li ser kuştina fermandarê parêzvanên gundê Asûrî yê Xabûrê Davîd Jendo ji aliyê YPG’ê ve, Weqfê ragihand ku yên Jendo kuştine bi 12 heta 20 salan cezayê girtîgehê hatine cezakirin.

Derbarê îdîayên li ser ‘YPG li herêmê rê li ber aciziyê vedike’ de CPFE got, “Em fam nakin gelo çima wê Xiristiyanên Suryanî li hemberî mufredata perwerdeyê, ku yekemcar zimanê Aramî di dibistanên cemaweriyê de hîn dike, bin?.”

Tewanbariyeke din a ku di nûçeyê de li YPG’ê dihat kirin ‘dayîna baca taybet’ bû. Weqfê bersiv da vê sûcdariyê jî got, “Yên ku navên xwe di nûçeya AINA’yê de derbas dibin, bexş û baca ji bo rêjîma Esad ‘rewa’ dibînin. Ev yek bi tena serê xwe nîşan didin ku ev derdorên han destekdarên rejîma Esad in.”

Ji bo îdîaya li ser ‘zexta Kurdan a li Suryaniyan’ CPFE got, “Eger Xiristiyanên Suryanî rastî zexta cîranên xwe yên Kurd tên, wê demê çima bi hev re li dijî DAIŞ’e şer dikin? Eger ev îdîa rast be, çima weke Partiya Yekîtiya Suryanî di nava rêveberiya vê herêmê de (Rêveberiya Xweser) cih digire?”

Weqfê destnîşan kir ku nûçeya AINA, bi tenê mesajeke ku alîgiriya rêjîma Esad dike ye.

(he) J. M

Back to top button