Nûçe

Ji Farqînê banga: Li hemberî barbariyê bêdeng nemînin

Desthilatdariya AKP`ê piştî di hilbijartinan de bi darê zorê piraniya ku hêzê didê wê hikûmetê bi serê xwe li Tirkiyê saz bike bidestxist, di helwesta xwe ya hov de li dijî gelê Kurd û hêzên demokratîk li seranserî Tirkiyê rij de û hewldide bi komkujiyan û şerê hov vîna gelê Kurd û hêzên demokrat têk bibe.

Li Farqînê, qedexeya derketina derve di roja 7. de dewam dike. Polîsên tevgera taybet avêtin ser qehwexaneyekê û di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî bi giranî birîndar bûn. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran a li Farqînê ye, bûyerên li navçeyê diqewimin, ji ANF’ê re vegot.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran ragihand ku li Farqînê hewldanên komkujiyê têne kirin û banga “li hemberî barbariyê bêdeng nemînin” li raya giştî ya cîhanê kir.

Başaran got: “Li Farqînê niha hewldaneke ji bo komkujiyeke mezin heye. Li 3 taxên cuda biryara qedexeya derketina derve hatiye girtin. Lê belê li taxeke ku derketina derve lê ne qedexe ye, gule li qehwexaneyekê reşandin, kesek qetil kirin, 2 kes jî bi giranî birîndar kirin. Ji ber ku mirovan li vê derê ‘xwerêveberî’ ragihandine, gelo çêdibe ku zilm li vî gelî bê kirin? Gelo wê daxwazên vî gelî karibin bi tankan bitepisînin? Ev beyana vînê mafê herî demokratîk e. Gelo wê bi sed hezaran mirovên xwedî vî mafî, bên qetilkirin? Serokkomar her roj derdikeve qenalên televîzyonê û dibêje ‘rejîm hatiye guhertin’. Dibêje ‘Ez sîstema serokatiyê dixwazim’. Li hemberî vê yekê em dorê li qesrê digirin û li hemberî vê daxwazê komkujiyê dikin? Divê raya giştî ya cîhanê êdî vê barbariya qesrê bibîne.

Başaran wiha pê de çû: Li Farqînê dor li Kurdan hatiye pêçandin û tên qetilkirin. Bi rojan e mirov; extiyar, zarok, mirovên nexweş di bin top û bombebaranê de li benda kêliya mirinê ne. Mirinê ji vî gelî re rewa dibînin. Pêwîste saziyên navneteweyî êdî vê bibînin û bên Farqînê. Li Cizîrê heman provaya komkujiyê hat kirin, lê belê tevahiya gelên Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan dabûn. Eger li hemberî vê hovîtiya li Farqînê helwest neyê nîşandan, sibe dibe ku em li êşeke mezintir rast bên.”

Başaran da xuyakirin ku nabe komkujiyên li Farqînê ji rêzê werin dîtin û destnîşan kir ku bala çapemeniyê ye li ser bûyerê ye. Başaran got, “Li Farqînê, kedkarên çapemeniyê ji xwe nikarin derkevin kolanan. Tîmên taybet çi dibîne yekser guleyan berdidin. Çapemeniya ku teslîmî AKP’ê bûye ji xwe rewşê nabîne. Lê belê çapemeniya Kurd diviyabû îro li vê derê qiyamet rakiribûya. Ne bawerim ku hovîtiya li Farqînê tê kirin, bi têrkerî tê nîşandan. Li Farqînê gel bi îlana ‘xwerêveberiyê’ re bi rastî jî li ber xwe dide. Lê ev berxwedan bi têrkerî nayê nîşandan. Daxwaza gel daxwazeke meşrû ye. Bi tank û topan nikarin gelê Farqînê ji têkoşînê vegerînin. Her çend hewl bidin ser komkujiya li Farqînê binixumînin jî, nikarin berxwedanê bikişînin.”

N.R.PYD`ê li Ewropa

 

Back to top button