ManşêtNûçe

MSD′ê li ser reşnivîsa nexşerêya çareserkirina krîza Sûriyeyê erê kir

Piştî nîqaşkirina reşnivîsa belgeya siyasî û rêziknameya MSD′ê û erêkirina li ser wan, Kongreya MSD′ê li ser reşnivîsa nexşerêya çareserkirina krîza Sûriyeyê ya ji kongreyê re hatiye pêşkêşkirin, piştî hin guhartinan, erê kir.

MSD′ê kongreya xwe ya 4′an li Xwaringeha Erd El Seîda ya li Reqayê bi dirûşma “Yekitiya sûriyeyiyan bingeha çareseriya siyasî û mîsogeriya Sûriyeyeke demokratîk a pirreng a nenavendî ye”dewam dike.

Li gorî endamên MSD′ê yên beşdarî kongreyê bûne, beşdaran neşxerêya çareserkirina krîza Sûriyeyê ya ji kongreyê re hatiye pêşkêşkirin nîqaş kir û piştî guhartinên li ser çêbûne hate erêkirin.

Weke ketina nava xebateke siyasî, divê hin tedbîr û gavên baweriyê werin avêtin û pêkanîn, ji wan xalên girîng ên di nexşerêyê de hatine pêşkêşkirin wiha ne:

-Agirbesteke giştî were ragihandin, tevahî êrişên leşkerî yên derve yên li dijî xaka Sûriyeyê bi dawî bin û di bin çavdêriya navneteweyî de, tevî wê jî têkoşîna li dijî terorê dewam bike.

-Girtî û revandî werin berdan, aqûbeta windayan were aşkerakirin.

-Tevahî çekdarên biyanî ji xaka Sûriyeyê derkevin û misogeriya wê bi biyrara navneteweyî be.

-Dorpêça li ser tevahî herêmên dorpêçkirî were bidawîkirin û rêxistinên mirovî karên xwe li tevahî herêmên Sûriyeyê bike, cezayên aborî li ser Sûriyeyê rabin û tevgera bazirganiyê li hundir çalak be.

-Kongreyeke navneteweyî ya ji bo dewletên ku ji nû ve Sûriyeyê ava bikin, were lidarxistin.

-Guhartina demografîk li her herêmeke betal û derqanûnî ye û xebata li ser çaerserkirina wê were kirn.

-Destpêkirina yekser ji amadekirina rewşên guncaw ji bo vegerandina koçber û penaberan bi alîkariya rêxistinên NY′yê.

-Diyalogên fireh werin dewamkirin û divê di nava tevahî aliyan de bin, da ku nêrînên xwe pêşkêş bikin û li ser Sûriyeyeke pêşerojê li hev bikin.

-Dagirkerî were bidawîkirin û tevahî hêzên biyanî ji xaka Sûriyeyê derkevin.

MSD′ê diyar kir ku israra li ser çareseriya leşkerî tê wateya israra li ser kûrkirin û dirêjkirina alozî û krîzê û hilweşandina tiştên mayî li welat, koçberkirin û qetilkirina sûriyeyiyan.

Çareserkirina krîzê li gorî rêbazên aştiyane xwe dispêre van gavan:

-Çareserî sûriyeyî-sûriyeyî be, bi sponserî û garantiya navneteweyî be, bi rêya diyalog û dan û standinên yek ên li gorî biryarên navneteweyî yên têkildar bin.

-Redkirina çareseriya Leşkerî û girîngîdayîna li ser diyaloga siyasî ya demokratîk, mîna rêya bingehîn a çareseriyê li gorî biryara 2254′an û biryarên girêdayî wê ye.

-Xebata li ser lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Sûriyeyê bêkirin û jê meclisa damezrîner a giştî derkeve û erkên qanûn û çavdêriyê pêk bîne û nûnertiya tevahî sûriyeyiyan bi awayekî adilane bike.

-Hikumeta demkî ya xwedî destûrên fireh were avakirin.

-Xebitîna li ser destûra niha were sekinandin û rêgezên destûrî werin ragihandin û komîteyeke ji bo sazkirina projeya destûrê ya demokratîk a nû were avakirin.

-Dem ji bo xebata veguhastina demokratîk bê danîn, da ku di dawiyê de hilbijartinên giştî li ser asta neteweyî li gorî destûra nû werin kirin.

-Tevahî qanûn, projeyên awarte û nijadperestî werin betalkirin.

-Desteya Edalet, Lihevanîn û Ewlehiya şêniyan were avakirin û edalet pêk were.

-Meclisa leşkerî were avakirin û çekdarên bi çareseriya siyasî bawerin, bikevin artêşa neteweyî ya nû û sazûmaniya ewlehî ji nû ve were avakirin.

-Meclia Aborî were avakirin û li ser jinûve tamîrkirinê û avakirina aboriya neteweyî bixebite.

-Jin di xebata siyasî de weke şertekî bingehîn a serketina xebat, dan û standin û guhartinê beşdar bin.

-Beşdariya ciwanan di veguhartina demokratîk de pêwîst e.

-Armanca xebata siyasî desthilat, navendîbûnê bi dawî bike, guhartineke demokratîk a bingehîn çêke, ji nû ve Sûriyeyê li gorî pergala nenavendîbûnê ya pirrengî ya demokratîk ava bike.

 

Back to top button