ManşêtNûçe

Misir: Em bi hêrs êrîşên dagirkeriya Tirkiyê dişopînin

Îro di saetên sibê de daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Misrê derket.

Qahîreyê tekez kir ku ew bi hêrs û tirsiyanek mezin êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê û binpêkirinên zagonên navdewletî dişopîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama êrîşan de xetereyên mezin li ser rewşa mirovî çêbûne, bi deh hezaran koçber dibin, sivîl jiyana xwe ji dest didin, her wiha bandora wê ya neyînî li ser çareseriya siyasî li Sûriyê dibe.

Her wiha hat tekezkirin ku Yekitiya Ewropayê tekez dike ku ew êrîşên Tirkiyê red dike û şermezar dike.

Di berdewama daxuyaniyê de Misrê rehetiya xwe bi helwesta dawî ya serokê Amerîkayê Donald Trump ji geşedanên dawîn ku Amerîka êrîşên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê û ferzkirina cezayên destpêkê li ser rejîma Tirkiyê, diyar kir ku ev yek hemû ji bo Tirkiyê ji siyaseta xwe ya êrîşkar vegere.

Misrê tekez kir ku helwestên diyar û gavên pratîkî diyar dikin serokê Amerîkayê Trump ji bo serkeftina pîvan û bingehên navdewletî ye û ev yek ku divê hemû aliyên civaka navdewletî li ser wê li hev bikin.

ANHA

Back to top button