ÇalakîManşêt

Mihemed Hac Mustefa serdana buroya partiya me li Helebê dike

Hevserokê meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê (Beşê Heleb) Mihemed Hec Mustefa, serdana buroya partiya me, Partiya Yekîtiya Demoratîk PYD li Helebê kir, ku li ser geşdanên dawî yên siyasî yê ku qada herêmî bi giştî û Sûriya bi taybet tê de derbas dibe biaxivin.

Her wiha Hevseroka hevbeş ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Ayşa Hiso, û endamên meclisa giştî yê partiyê di pêşwaziya serokê meclisa Partiya Sûriya Pêşeroj(beşê Heleb) de bûn.

Di hevdîtinê de herdû alî li ser geşdanên dawî yên siyasî li herêma Rojhilata Navîn bi giştî û Sûriya bi taybet axivîn, her wiha herdû aliyan îşaret kirin li ser pêwistiya li hember hemû pirsgirêk li pêş wan disekine, û tekezî li ser pêwîstiya kar bikin heta rizgarkirina hemû xaka Sûriya.

Back to top button