ManşêtNûçe

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê tecrîda li ser rêber Ocelan şermezar dikin

Bi hezaran ji şêniyên herêma Firatê û bajarê Minbcê derketin xwepêşandanekê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocelan, pêkhateyên herêmê tekez kirin ku rêber Ocelan tîrêja azadiyê ye, û bang li hemû gelan û netewan kirin ji bo tevlîbûna hemleya “Em ê 10 cotmehê bikin rojek cîhanî ji bo azadiya Ocelan”.

Bi hezaran şênî li ser asta herêma Fratê, bajarê Minbic û koçberên Girê Spî li gel rûsipî û serokên eşîreyên Kurd û Ereb tevlî xwpêşandanê bûn, û drûşmeyên banga azadî û rakirina tecrîdê li ser rêber Ocelan berzkirin.

Xwepêşandan bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir, piştre hinek gotin hatin kirin, jê bi navê tevgera Jin Sara Xelîl axivî, û gotina Hevserokê Meclisa Qanûnsaz  ya kantona Minbc Mihemed Elî Ibo axivî, her wiha Sebrî Xelî bi navê kantona Girê Spî axivî, gotinan tekez kirin ku binpêkirinên dagirkeriya Tirk li herêmên me hîn berdewamin, wekî din binpêkirinên ne exlaxî der heqê şêniyên Efrînê, gotinan îşaret kirin li ser komploya li ser rêberê mirovahiyê û binpêkirinên ku bûne sernavê dewleta Tirk, û zelal kirin ku derketin vê sekna protostoyê ji bo azadiya rêbertî û rawesatidina binpêkirinên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilata Sûriya.

Her wiha gotinan tekez kirin li ser pêwistiya misogerkirina projeya netewa demokratîk ya ku çaresariya herî guncawe ji aloziya Sûriya, û îşaret kirin ku ji erkên wan ne piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk bikin yên ku ji zarokên herêmên ne, ji bo rawestandina dagirkeriya Tirkiyeyê li ser harêmên me Bakur û Rojhilata Sûriya.

Back to top button