ÇalakîManşêt

Merasîmê bîranîna şehîd Osman Dadalî

Bi boneya salvegera 12′ yemîn ya şehadeta heval Osman Dadalî Merasîmê bîranînê ji hêla Partiya Yekîtiya Demokrat û Meclisa Malbatên Şehîdan ya gundê Dadalî pêk hat, bi tevlîbûna saziyên Îdarî û civaka sivîl, her wiha deqeyek bê dengî sekinîn da ku cangoriyên azadiyê bibîr bînin.

Di bîranînê de axafitn hatin kirin, bi navê saziya malbatên  şehîdan heval Silêman û bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat Eyşe Efendî, her wiha bi navê malbata şehîd Osman Dadalî kurê wî mamoste Ehmed Dadalî axivî.

Hevalên şehîd Osman li ser jiyana têkoşîn yak u bi hev re derbas kirin axivîn ku kesayetek dlovan bû ji hevalên xwe re, her wiha di rêza yekem de jî kesayetek civakî bû û xwedî îradeyek xurt ku ji bo bidestxistina armancên mirovahiyê, hevalan tekez kirin di nava axavtinên xwe di ku wê li ser rêça wî bin heta ku bighêjin bidesxitina armancên wî.

Merasîm bi drûşmeyên” bijî biratiya gelan, şehîd namirin” bi dawî bû.

Back to top button