ManşêtNûçe

Artêşa Tirk û çeteyên wê şûnwarên Efrînê talan û wêran dikin, bermahiyên dîrokî jî didizin

Artêşa Tirk û çeteyên wê 20’ê Çileya 2018`an êrişî kantona Efrînê kirin û ji roja duyem ve dewleta Tirk bi balafiran perestgeh û girên Eyn Darê hedef girtin. Di vê mijarê de UNESCO bi daxuyaniyekê nerehetiya xwe anî ziman û bang li dewleta Tirk kir ku êrîşan bisekinînin. Lê belê dewleta Tirk hîn zêdetir êriş kir û raya navnetewî jî li hemberî vê yekê bêdeng ma.

Ev du sale ku artêşa Tirk û çeteyên wê bênavber şûnwarên Efrînê û cihê baweriyan dike hedef. Ya ku rê li ber van binpêkirinan vedike bêdengiya raya giştî ye.

Ev şûnwar ên beriya bihezaran salan in û bermahiyên şopên gelek şaristiyan li van şûnwaran peyda dibe.

Gerînendeya Şûnwarên Kantona Efrînê girên kevnare û deverên çeteyên artêşa Tirk talan û wêran kirine belge kirine.

Navên wan wiha ne;

Balafirên Tirkiyê ji sedî 60 şûnwarên girê Eyn Darê yên etnîkî ruxandin. Çeteyên bi navê “Hemzat” peykerên bi perestgehê ve girêdayî talan kirin û peykerê Esed El-Bazlîtiyê Mezin wendayî ye. Her wiha çeteyên bi navê”Cebhet El-Weteniyê Lltehrîr” Gir kirin qereqol.

Devera Nebî Hûrî (Cyrrhus) çeteyên Lîwaa Siqûr El-Şemal bi alavên giran xerab kirin. Ji ber vê yekê nîgarên mozaîkî yên kêmpeyda derketin û çarenûsa wan nîgaran nehayên zanîn.

Piştî çeteyan devera Xirabê Gulê yê gundê Elîbêsikî yê navçeya Racoyê talan kirin,  nîgarên mozaîk û bermayî derxistin derveyî Sûriyê.

Çeteyên “Emşat” devera Xirabê Rezafî yê gundê Termîşê yê navçeya Şiyê hilweşandin û nîgarên sala 2017`an hatibûn kifşkirin talan kirin.

Çeteyên “Hemzat” û “Sultan Murad” jî gundê Berad ê navçeya Şêrewayê kolan, dêra Marmarûn hilweşandin û şûnwar talan kirin.

Çeteyên “Hemzat” û “Ehrar El-Şerqiyê” girên Cindirêsê talan kirin û artêşa Tirk gir kirin baregeh.

Çeteyan gund kolan û şûnwarên li girê Hilwaniyê yê navçeya Şera, girê Doderî yê li navçeya Meydankê, girê Caciyê yê gundê Belût ê navçeya Cindirêsê, girê Birc Ebdalo yê navçeya Şêrwayê, girê Sindiyakê yê navçeya Cindirêsê, girê Ibêdan ê navçeya Bilbilê, girê Basirqê yê gundê Keferrom ê navçeya Şiyê, girê gundê Şoreba yê navçeya Şera û girê Laq ê navçeya Şera talan kirin.

Çeteyan qebristanên olî topbaran kirin û navên qebristanan yên rastî  binpêkirinan hatine wiha ne (Goristana Henan a navçeya Şera, goristana Baisa Xatûn, Şêx Hemîd, Qerecornê, Cilxanê yê gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera, goristana Şêx Zîd ê bajarê Efrînê, goristana Şêx Cinêd û Şêx Mihemed a li navçeya Cindirêsê, goristana Şêx Musa ya li navçeya Racoyê, goristana El-Dadê ya li navçeya Şiyê û goristana Zêd a bajarê Efrînê).

Hevserokê Gerînendeya Şûnwarên Kantona Efrînê Hemîd Nasir  wiha diyar kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker  û çeteyên wê bizanebûn şûnwarên kantona Efrînê kirin armanc. Nexasim dema artêşa Tirk û çeteyên xwe roja duyemîn ji êrişên li dijî kantonanê, êrişî girê Eyn Darê yê navçeya Şêrewayê kirin. Lewma ji sedî 60 şûnwarên gir hilweşiyan.

Hemîd got: “Li gorî dîmen û wêneyên di destê me de, çeteyên artêşa Tirk bi dehan deverên dîrokî hilweşandin.

Li ser vî esasî em bang li UNESCO û aliyên peywendîdar dikin ku komîteyeke navdewletî ava bikin, derbasî kantona Efrînê bibin û hesabên deverên dîrokî ji dewleta Tirk û çeteyên wê bixwazin.

ANHA

 

Back to top button