ÇalakîManşêt

Meclisên Jin ên PYD û Partiya Sûriya Pêşerojê tekezî ser girîngiya têkoşîna hevpar kirin

Şandeya Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya lidarxistina duyemîn kongireya Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê pîroz kir.

Şandeya Meclisa Jin a Partiya Yekîtî ku di nav de berdevka Meclisa Jin a partiyê “Zehra Semo”, Endama Meclisa Jin “Rîm Idrîs” û Endama Meclisa Giştî ya Partiyê “Newroz Muslim” pêk hat, serdana navenda meclisa Partiya Sûriya pêşerojê kirin.

Di hevdîtinê de geşedanên dawî yên siyasî li ser qada Sûriyê û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pirsgirêkên herî girîng ên li pêşiya rastiya jin di civakê de û kuştinên ku li herêmên cuda û welatên cuda li dijî jin pêk tên, hatin gotûbêjkirin.

Şandeya Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk di serdanê de tekezî li ser xurtkirina têkiliyan bi hemû sazî û tevgerên têkoşîna jin li hundir û derveyî Sûriyê kir.

Her du partiyan bal kişandin ser girîngiya yekkirina hewldanan ji bo lidarxistina çalakiyên hevbeş bi armanca piştgiriya jinan di warên cuda de.

 

Back to top button