ManşêtNûçe

Meclisa Kantona Efrînê: Divê rêxistinên navneteweyî bi erkên xwe rabin

Bi dehan endamên meclis, komîn û nûnerên saziyên sivîl ên kantona Şehbayê li pêş navenda Meclisa Kantona Efrînê ya li kampa Serdemê kom bûn û têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî dan.

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neso daxuyanî bi erebî xwend û endama Meclisa Kantona Efrînê Rizgar Lolo bi zimanê kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di herêma Rojhilata Navîn de nakokî, şer û parçebûnên civakî heye, bi xwe re karesat li dijî gelên wê anîn ku bi mûzaîka xwe ya dîrokî, çandî û civakî tên nasîn. Lê ev yek li kêrî rejîmên destpot û desthilatdar nehat, di serî de jî dewleta Tirk a dagirker. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide Mîsaqa Millî di vê merheleyê de pêk bîne û hewl dide bi hemû awayan rewa bike.

Ji ber wê faşîzma Tirk di şerê xwe yê hovane yê li dijî sivîlan de, ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire heta bi Şengal û Wargeha Mexmûrê, hewl dide planên xwe pêk bîne. Bi wê yekê hewl dide nakokî û krîzên xwe yên hundirîn derxe derve.

Di êriş û bombebaranên li dijî Wargeha Mexmûrê ya penaberan gelek qurbanî penaber kirin, şehîd û birîndar çêbûn. Ev jî sûceke li sûcên Erdogan ên ku li pêş çavên cîhanê û rêxistinên wê dike zêde dibe.

Em Meclisa Kantona Efrînê û ji herêmên koçberê wê bûne, van sûcên hovane û bê ser û ber şermezar dikin û bang li rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî, NY’yê û UNICEF dikin ku bi erkên xwe li hember van sûcan rabin û van êrişên û kiryarên derqanûnî rawestînin.

Şerê zalimane û di dirêjahiya salan de gelek kes qetil kirin û birîndar kirin, nahêle tu kes dev ji mafên xwe yên neteweyî, olî, mirovî û hwd berde.

Piştî her sûc û komkujiyekê mîna sûcê li dijî Wargeha Mexmûrê AKP’ê dike ku gelek serkeftin qezen kirin, ev yek jî nîşaneya afirandina zemînekê ji bo vegera DAIŞ’ê li qada navneteweyî ya giştî û Rojhilata Navîn e da ku cîhanê neçar bike ku berdêlên din bide bazirgan û alavên leşkerî yên Tirk û alîgirên wan.

Ji ber wê divê tevahî cîhan û gelên herêmê bi hemû hêzên xwe yên civakî, dîplomasî û siyasî van tiştan pêk bînin:

-Sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelên herêmê rawestînin û derî li pêş vejandina DAIŞ’ê bigirin

-Yekitiyê ava bikin û ji dêvla çareyên leşkerî ku tenê azaran zêde dikin, li çareyên siyasî yên aştiyane bigerin.

-Divê rêxistinên navneteweyî bi erkên xwe rabin, da ku civakên xwezayên yên exlaqî û aştiyane ava bikin.”

ANHA

Back to top button