ManşêtNûçe

Ayşe Hiso: Em ê her tim li aliyê rastiyê bin

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê 4’ê Îlonê di daxuyaniyekê de got: “Komeke me ya ji 7 gerîlayan pêk dihat, li herêma Xelîfanê dema xwestine çemê Zapê derbas bikin hêzên PDK’ê ew xistine kemînê û êrişî gerîlayan kirine. Agahî ji me re hatiye ku ev gerîlayên me şehîd hatine xistin.”

Li ser mijarê Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso ji ANHA’yê re axivî.

Ayşe Hiso wiha got: “Dîroka PDK’ê xwe ji nû ve dûbare dike û dewleta Tirk jî di vê merheleyê de qirkirina Kurd û tunekirina wê xistiye armanca xwe. Ji ber ku dagirkirina wê ya li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û piştevaniya wê ji çeteyên DAIŞ’ê re di êrişa li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê de planên wê piştrast dikin.”

Ayşe Hiso got, diviyabû ku PDK’ê piştevaniya hêzên gerîla di parastina Başûrê Kurdistanê de ji êrişên hovane yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bikira û diyar kir ku gerîla xaka Kurdistanê parast û diparêze û Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir ku li ser Hewlêrê xeter bû.

Ayşe Hiso bi domdarî got, “Têkildarî van bûyeran, di mejiyê kurdan de hin pirs digerin ku gelo PDK’ê di planên dewleta Tirk ên qirkirina kurdan de beşdar e yan jî di destê dewleta Tirk de alaveke ku berjewendiyên wê pêk bîne? ”

Li ser helwesta kurdên Rojava ji van siyasetan Ayşe Hiso wiha anî ziman: “Kurdên Rojavayê Kurdistanê texmîn dikir ku PDK’ê helwesteke tund li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê nîşan bide û bi hemû hêza xwe ji bo doza Kurd tê bikoşe. Lê di dawiyê de hêzên PDK’ê siyasetmedar û diplomatên Kurd revandin, êrişî nuqte û gerîlayên HPG’ê kir. Bi wê re eşkere dibe ku bi dagirkeriyê re hevkar e û li ser rêça xiyanetê berdewam e.”

Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso da zanîn ku kurdên Rojava bi hemû hêza xwe hewl didin hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re eşkere bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: “Em nabin aliyê ku xizmetî tu hêz an jî partiyan bikin, lê em ê her tim li aliyê rastiyê bin û ji her kesî re eşkere bikin. Divê tevahî gelê Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriyê piştgiriya gerîlayên HPG’ê bikin û xwedî helwesteke tund a li dijî siyasetên PDK’ê bin.”

Back to top button