ManşêtNûçe

Meclisa Jinan: Dîlgirtina Ocalan sûcek li dijî mirovahiyê ye

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî salvegera 21‘an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

‘‘Salvegera 21`an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. Mezintirîn dewletên cîhanî tev li komployê bû û istixbarata Tirkiyê li derveyî sînorên xwe pêk anî. Ew dewlet fikir û felsefeya Rêber Ocalan astengiyek li hember pêkanîna planên xwe li Rojhilata Navîn dîtin. Rêber Abdullah Ocalan banga çareserkirina doza Kurd li Rojhilata Navîn bi awayekî aştiyane û siyasî kir. Lê ev li kêfa şerxwazan nehat.

Wan dewletan ji dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan armanc kir ku dengê azadiyê ya gelên azadîxwaz û demokratk bisekinînin.

Wek Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em komploya li dijî Rêber Ocalan şermezar dikin. Ji ber ku li dijî mafên mirovan e û tevahiya pîvanên navneteweyî yê ku rûmet û azadiya mirovan diparêzin binpê dike. Rêber Ocalan parêzvanê mafên jinê bû û bang dike ku jin rola ku heq dike bilîze. Fikirên wî rolek pêşeng di pêşxistina jinê û şoreşa wê li Rojava de û destkeftiyên bi destxstine  lîst. Dîlgirtina wî sûcek li dijî mirovahiyê û tevahiya gelên Rojhilata Navîn e. Divê her aliyê tev li komployê bûne di dadgehên navneteweyî de werin dadgehkirin. Tecrîda niha li ser wî ferz bûye, berdewama komploya navneteweyî li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn û parêzvanên mafên mirovan e. Em bang li tevahiya azadîxwazan dikin ku tê bikoşin da ku Rêber Ocalan azad bibe. ‘‘

 

Back to top button