ManşêtNûçe

Daîreya Têkiliyên Derve: Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja ku hatiye avakirin heta niha, hewldana pêkanîna diyaloga Sûrî-Sûrî dike, da ku ev alozî bi dawî bibe û çareseriyeke guncaw ji vê aloziyê re were peydakirin. Di vê çarçoveyê de, gelek kongre, panel, serdan, civîn û daxuyanî dan û heta niha jî dide.

Lê cîgirê wezîrê karê derve yê Sûriyê Feysel El-Miqdad, roja înê beşdarî bernameyeke televîzyona El-Meyadîn bû û wekî rayedarên din ên rejîma Sûriyê zimanekî dûrî diyalogê û dûrî rastiya heyî, bi kar anî.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi daxuyaniyekê bersiva El-Miqdad da û destnîşan kir ku mêjî û metoda rejîma Sûriyê sedemek bû ku alozî kûrtir û girêktir bibe.

Berfirehiya daxuyaniya Daîreya Têkiliyên Derve wiha ye:

“Em nêzî sala dehan a aloziya Sûriyê dibin û heta niha derfeta çareserkirina vê trajediyê winda ye. Ji bilî encamên vê aloziyê ku kareset û trajedî bi xwe re anîn, lê kedên ji bo israrkirina çareseriyê yan jî xebata ji bo peydakirina çareseriyê têk çûn. Ji ezmûna salên derbasbûyî diyar dibe ku bi rikdarî û hiştina sedemên aloziyê, dê ne gengaz be ku çareserî bê avakirin. Ji van sedeman jî ya sereke rikdariya rejîmê ye û hewldanên paşguhkirina guherînan li Sûriyê ye.

Di demekê de ku Rêveberiya Xweser tekez kir ku ew amade ye ku bi rejîmê re diyalogê bike, di çarçoveya xizmetkirina çareseriya nîştimanî ya Sûriyê û çend hevdîtinên di vê çarçoveyê de pêk hatin, em dibînin ku ji hundirê rejîmê deng derdikevin û bi mêjî û metoda ku bûn sedema ev aloziya heyî ya Sûriyê kûrtir û girêktir bibe, diaxivin, wekî daxuyaniya cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyê.

Daxuyaniyên bi vî rengî ne li gorî pêvajoya heyî ne ku niha Sûriyê tê re derbas dibe, lê belê xebat û keda ji bo diyaloga nîştimanî ya Sûriyê asteng dike. Lewra em piştrast dikin ku ev helwest û daxuyaniyên bi vî rengê tu pêşketinan çênakin. Îsbata vê yekê jî ku di salên borî de tu gav pêk neanîn. Li ser esasê parastina me ya girîngiya diyalogê, em piştrast dikin ku xitaba ragihandinê û helwestên fermî yên rayedarên rejîmê, divê ne bi vî zimanî bin û tu çareserkirina pêşerojê tê de tune ye. Tevî ku Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî ye û tu caran gef li yekitiya Sûriyê û gelê wê çênake.”

 

Back to top button