ÇalakîJinManşêtPYD

Meclisa Jin a PYD du semîner li ser tundiya li djî jinan li Şedadê û Ebdan dide

Bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya hemleya” Ji bo têkbirina dagirkerî û tundiyê têkoşîn bike” du semîner li Şedadê û El-Abadan da, bi beşdariya hemû saziyên sivîl û kesên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê 4 salan de man li herêmê û ferzkirina zîhniyeta baviksalarî.

Li bajarê Şedadê ji aliyê rêheval Mistefa Ehmed endamê meclîsa giştî ya partiyê û rêheval Elham El-Ebdullah endama meclîsa jin ve semîner hat dayîn. Li bajarê Al-Abdanê jî ji aliyê Serokatiya Hevbeş a Herêma Cizîrê rêheval Ahîn Elî û endamê meclîsa giştî ya partiyê rêheval Reafat Derwîş ve hat dayîn.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadiyê, di her du semîneran li ser sedemên tundiya li dijî jinan û nêrîna çewt ya ku jinê nabîne weke mirovek tam, ev sedema sereke ye ji dûrxistina jinê û înkarkirina mafên wê hat behs kirin.

Her wiha di der barê her du semîneran de îşaret hat kirin ku jin daxwaza edalet û wekheviyê dike û ev hewcdariya balavkirina hişyariyek tam dike, eger edalet di navbera jin û mêr de tune be, ewê edalet di civakê bi giştî tune be.

Wekî din îşaret kirin li ser zewaca bi temen biçûk ya ku dibe sedema rewşên berdanê, û divê dê û bav zarokên xwe nezwicînin di temenê biçûk de heta bighêjin temenê guncaw û hişyarkirina baş.

Her wiha deriyê nîqaşê hat vekirin li pêşiya beşdaran ji bo guhdar kirina nêrînan û çawaniya bidawîkirina diyardeya tundiya li dijî jinan.

Back to top button