ÇalakîManşêt

Partiya me li kampa Serdem civînek rêxistinî li dar xist

Nivîsgeha rêxistinî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li herêma Efrînê ya dagirkirî, duh 22’ê Mijdarê, ji endamên partiyê li kampa Serdem, li kantona Şehba civînek rêxistinî li dar xist.

Piştî deqeya rêzgirtinî ji bo giyanê şehîdan, endamê Meclisa Giştî yê partiyê Welîd Dengelî li ser bûyerên dawî yên ku herêm tê de derbas dibe, axivî.

Di destpêka axaftina xwe de, balkişand ser vê yekê: Mekanîzmeya şer û kuştin a Tirkiyê kêliyek jî nerawistiya, her roj herêm û kampên koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên Efrîna Dagirkirî bombebarana bê ser û ber dike, bêyî ti hesabxwestin ji Tirkiyê û li ber çavên hêzên leşkerî yên Rûsî û hêzên rejîma Sûrî, tevî wisa Tirkiyê binpêkirin derheqê şêniyên koçberên Efrînê pêk tîne. Diyar kir îsrara Tirkiyê ji ber bêdengiya civaka navdewletî ye.

Wiha li axaftina xwe zêdekir: “Divê sînorek ji binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê ewr dayîn, wan herêmên Izaz, Efrîn û Idlib kirin qadên ji bo rêxistinên tundraw û terorîst, meclisa ewlekariyê û rêxistinên mafên mirovan îro ji van hemûyan li ku ne.”

Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em civaka navneteweyî ji zîhniyeta faşîst a Tirk a ku ji aliyê rejîma Partiya Dad û Geşepêdanê ve tê birêvebirin ku dixwaze li herêmê terorê biçîne û bi riya şer qirkirinê dawî li hebûna me bîne, berpirsyar dibînin.”

Di dawiya civînê de, amadebûyan li ser bûyer û mijarên rêxistinî gotûbêj kirin.

 

Back to top button